Bi derfetên kêm kampa Mebrûka pêşwaziya zivistanê dike

  • 13:22 22 Mijdar 2017
  • Rojane
Dilber Mihemed
 
SERÊKANIYÊ - Rêveberiya Kampa Mebrûka diyar kir ku ew tevlî derfetên kêm ên di destên wan de pêdiviyên koçberan peyda dike û wiha got: " Em li gor derfetên xwe yên kêm pêdiviyên koçberan peyda dikin loma em bang dikin ku rêxistinên mafên mirovan jî bi me re bibin alîkar."
 
Li kampa Mebrûka tevlî zor û zehmetiyan û kêmderfetan amadekariya zivistanê tê kirin. Kampa Mebrûka 13 hezar û nîv koçberî di nava xwe de dihewîne. Derbarê rewşa kampê de rêvebira kampê Selma Keleş axivî.
 
‘Tevlî derfetên kêm em alîkariya koçberan dikin’
 
Rêveberiya Kampê Selma Keleş diyar kir ku koçber rojane ji bajarên wekî Reqayê û Dêrazorê berê xwe didin kampê û wiha got: "Ev du sal in ku Kampa Mebrûka hatiye vekirin, rojane hejmara koçberên kampê zêde dibin, ji bajarê Reqayê û Dêrazorê gelek koçber li vê kampê bicih bûne. Tevlî derfetên kêm, zor û zehmet jî em alîkariya koçberan dikin û em hewl didin ku pirsgirêk çareser bibe."
 
‘Ji ber zivistanê rewşa kampê dijwartir dibe’
 
Selmayê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zor û zehmetiyên demsala zivistanê û wiha got:” Tevlî hewldana me ji bo çareserkirina kêmasiyan dîsa jî hemû kêmasî temam nebûne û ji ber ku zivistan dijwar e pirsgirêk jî zêdetir dibe.”
 
‘Divê rêxistinên mafên mirovan alîkariyê bikin’
 
Selmayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Hinek rêxistinan soz dane ku alîkariya kampê bikin wekî peydakirina cil, xwarin û sobeyên zivistanê. Me jî ji aliyê xwe ve amadekariya pêwîstiyên kampê kiriye. Ji bo nexweşiyan jî me embûlans hazir kirine û nexweşxaneya Roj jî her dem ji bo nexweşiyên giran vekiriye. Rast e em li gorî derfetên xwe yên kêm pêdiviyên koçberan peyda dikin lê em bi hêvî ne ku rêxistinên mafên mirovan jî bi me re bibin alîkar, em bang li wan dikin ku alîkariya me bikin da ku em jî bikaribin pêdiviyên  hemû koçberan peyda bikin. Divê rêxistinên mafên mirovan alîkariyê bikin.”