Li parêzer Eren Keskîn 105 hezar TL cezayê pere hat bîrîn

  • 14:36 22 Mijdar 2017
  • Rojane
STENBOL - Parêzer Eren Keskîn ji ber ku Rêveberiya Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê dikir, 98 hezar TL ceza lê hat birîn, herî dawî 7 hezar TL dîsa ceza hat birîn. Eren got, "Ji bo her kes ji vir biçe vê yekê dikin, lê ez ê neçim."
 
Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) hat girtin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji ber ku demekê Rêvberiya Weşana Giştî a rojnameyê kir, 98 hezar TL cezayê pere lê hat birîn. Herî dawî bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" 7 hezar TL ceza lê hat birîn. Eren bi rêya hesabê xwe yê tweetê peyamek parve kir û got, "A niha, ji ber ku min rêveberiya weşana giştî ya O. Gundemê kiriye, cezayê pere derket 105 hezar TL'yî. Hêj cezayê pere û girtîgehê dê bên. Ez îsyan dikim." 
 
' Ceza li Dadgeha Bilin e'
 
Eren aşkera kir ku 5 sal cezayê li wê hatiye birîn li dadgeha bilind e û wiha axivî: "Hêj 100 hezar TL cezayê pere yê hatiye rawestandin heye. Gelek dozên ku dewam dikin hene. Dê ji van jî cezayê girtîgehê û pereyî bê. Ji ber ku min Rêveberiya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê kir, ez têm cezakirin. Ji ber nivîsên ku min nenvîsî ne, yên kesên cuda nivîsî ne ceza tên. Ev ceza di  her warî de derveyê qanûnê ye, li dijî hiqûqa navneteweyî ye.  Ev li dijî xala 10'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û azadiya remanê ye." 
 
'Her kes biçe jî ez naçim'
 
Eren da zanîn ku di saetên sibehê de 7 hezar TL cezayê pere dîsa lê hatiye birîn û wiha pê de çû: "Bi giştî cezayê pere derket 105 TL'yî. Bi giştî wekî 'Heqaret li serokomar kiriye' û sûcê çapemeniyê tê nirxandin. Ya esasî cezayên giran hêj nehatine teqeskirin. Dê hêj gelek cezayên girtîgehê bên. Dixwazin her kes ji vir derkeve, muxalîf li vir derkevin; lê ez ê neçim. Divê ev qanûn bên guhertin. Ji bo ez dengê xwe bigihînim qada navneteweyî, vê tweetê davêjim."