Li navend û navçeyan xebatên ji bo mîtînga 25'ê Mijdarê didomin
- 15:07 22 Mijdar 2017
- Rojane
WAN - Li Wanê bi pêşengiya TJA`yê xebatên ji bo mîtinga 25'ê Mijdarê bê navber berdewam dikin.
Li Wanê bi pêşengiya TJA`yê dê di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî de li perqa Musa Enter mîtîng bê lidarxistin. Amadekarî û xebatên mîtîngê li navçeyan û navendê bê navber berdewam dikin. Li navçeya Riyaarmûşê Artemet û Tuşbayê bi tevlîbûna parlementerên HDP Leyla Bîrlîk,Aycan Îrmez û Bedîa Ozgokçe xebat hatine meşandin, belavokên bazaran û taxan hatine belavkirin. Jinan eleqeyeke mezin da parlementeran.
Dê di 25'ê Mijdarê de bi tevlîbûna Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay, parlementerên HDP'ê Feleknas Ûca û Bedîa Ozgokçe dê li perqa Musa Enter mîtîng bê lidarxistin. Her wiha hûnermend Şehrîbana Kurdî jî dê tevlî mîtîngê bibe







