Zanîngeha Rojava tundiya li ser jinan şermezar kir
- 17:07 22 Mijdar 2017
- Rojane
QAMIŞLO - Mamoste û xwendekarên jin ên zanîngeha Rojava bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinan şermezar kirin.
Bi boneya nêzbûna Roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî, Zanîngeha Rojava ya li taxa Hilêliyê bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinan şermezar kir. Xwendekar û mamosteyên zanîngehê tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyaniya Zanîngeha Rojava wiha ye:
"Tundiya li ser jinê rêbazeke desthilatdariyê ye, ev tundî ji aliyê dewlet, çete, bira, bav, hezkirî û mêr li ser jinan tê meşandin. Yek armanca tundiyê heye ew jî ev e ku vîna hemû jinan bişkîne. 57 sal berê, tundiya li ser xwişkên Mîrabal pêk hat. Lê hîn jî, her roj bi hezaran jin ji aliyê laşî, aborî, çandî û siyasî ve rastî êrîş û tundiyê tên, êdî li hember vê tundiyê tenê şermezarkirin têrê nake. Gerek em zanibin ku dewlet, polîs an jî zilam me naparêze. Jin êdî dizanin ku parastina xwe nikarin teslîmî tu kesî bikin, parastina xwe gerek bi xwe pêk bînin. Li hember tundiyê xwe bi rêxistin bikin, xwe zanekirin, îradeya xwe ya siyasî derxistin, aboriya xwe ya xwser pêşxistin, rêxistinên xwe yê parastina cewherî avakirin, rêbazê herî serkeftî ye."
‘Li hember vê tundiyê em ê tekoşîna xwe bilind bikin’
Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê jinan bi vê rêbazê gelek destkeftî bi dest xistine, ev destkeftî bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan û bi tekoşîna şehîdan hatiye qezenckirin. Em dibêjin pergala Îmraliyê ya ku a niha tê meşandin jî berdewamiya tundiyê ya li ser jinê ye. Li hember vê tundiyê em ê tekoşîna xwe bilind bikin. Em wek jinên Zanîngeha Rojava û Fakûlteya Jineolojiyê ku perwerdeyê dibînin, dibêjin ku her cihê tundî lê tê meşandin divê veguhere cihê xweparastinê. Em hemû jinên ku li hember tundiyê têkoşînê didin meşandin, berxwedana wan silav dikin. Jinên ku di têkoşîna azadiya jinê de canê xwe feda kirin em ê şopdarê bîranînên wan bin."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.
Piştî daxuyaniyê xwendekar û mamosteyên Zanîngehê derbasî hola zanîngehê bûn, li wir Koma Cûdî ya Ciwanan a girêdayî bajarê Dêrikê li ser tundiya ku li jinê tê kirin ku çawa jin îşkencê ji destê zilamê desthilatdar dibîne û keça ku bi temenê xwe biçûk tê zewicandin, şanoyek pêşkêş kir. Her wiha di dawiyê de sinevizyonek li ser Xwişkên Mîrabal hate pêşkêşkirin.







