ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2017'AN
- 09:00 23 Mijdar 2017
- Rojev
* Keça Êzidî ya ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû hestên xwe, êşên xwe û çîroka esareta çar salan rave kir û wiha got: " DAÎŞ'ê her cureyê tundiyê li ser me meşand û di jiyana min de şopên ku dê tucar jî bîra min neçe, di dilê min de hat xêzkirin." BI DÎMEN
*Bi hatina salvegera 39'emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Tolvîn Cûdî diyar kir ku roja 27`ê Mijdarê rojeke pîroz e û wiha got:" Şoreşa PKK`ê hêza jina Kurd bi cîhanê da naskirin." BI DÎMEN
*Endama Komîteya Înşakirina Jinwarê Rumet Qamişlo dema ku behsa avakirina gundê Jinwarê ku jinan ava kiriye dike wiha dibêje: " Em li vir bi berxwedana hevpar a jinan têdikoşin ku tundî û qirkirina li ser jinan rawestînin." BI DîMEN
*Bi nêzîkbûna 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan dê li Wanê mîtînga fînalê bi pêşengiya TJA'yê bê lidarxistin. Siyasetmenderên jin bang li hemû jinan kirin ku 25 mijdarê biherikin qadan. BI DÎMEN
*Li Amed û Dêrsîmê jin xwe amade dikin ku di 25’ê Mijdarê de hêrsê daxînin kolanan, gotin ‘maf nayê dayîn, tê girtin’ û banga piştevaniyê kirin.
*Akademîsyen Hulya Kendîr derbarê guherîna pergala perwerdê ya AKP’ê de axivî û diyar kir ku ya tê guhertin ne pergala perwerdeyê ye jiyana zarokên me ne û got divê demildest tedbîr bê girtin. BI DÎMEN
*Li Gazîosmanpaşayê, şaredariya Gazîosmanpaşayê dest bi amadekariyên hilweşandina xaniyên ‘kaçax’ hatine îlankirin, kir. Şaredariyê ji bo xeteriya hilweşandinê ya xaniyan bê tespîtkirin, ekîbên xwe ligel hêzên çewîk şand taxê. Xanî ji bo çêkirina projeya wek ‘çîrok’ pêşkêşî firotinê hat kirin, bi çîlîgiran ketin mala welatiyan û welatî hatin tehdîtkirin. BI DÎMEN
*Hevseroka HDK’ê Gulîstan Kiliç bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan tecrîda Îmraliyê bişikînin. BI DÎMEN
*Li taxa Cemal Gursel li kolana Gokalpê malên 13 elewiyan ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hatin nîşankirin. Malbatan diyar kirin ku ev ne tiştekî nû ye û gotin balkêş e ku polîs beriya wan ji bûyerê agahdar bûne.







