'Şoreşa PKK`ê hêza jina Kurd bi cîhanê da naskirin'

  • 09:06 23 Mijdar 2017
  • Rojane

KOBANÊ - Bi hatina salvegera 39'emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Tolvîn Cûdî diyar kir ku roja 27`ê Mijdarê rojeke pîroz e û wiha got:" Şoreşa PKK`ê hêza jina Kurd bi cîhanê da naskirin."

Bi hatina salvegera 39'emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Tolvîn Cûdî bal kişand ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û da xuyakirin ku bi pêngava tevgera azad hêza jinê li cîhanê belav bû. Tolvînê diyar kir ku tevgera azad rihê vejînê derxist holê û got:" Ez vê roja girîng pîroz dikim. Rola jinê ya di nava tevgera azad de gelek girîng e. Jinên Kurd ên têkoşer li ser şopa heqîqeta fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya xwe ya xurt derxistin ser rûyê erdê."
 
'Têkoşîna 27'ê Mijarê nişana azadî û aştiyê ye'
 
Tolvînê bal kişand ser hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd û wiha dewam kir: " Vejîna PKK'ê xwedî heybet e. Bi saya vê vejînê hişmediyek neteweyî bi gel re çêbû. Têkoşîna 27'ê Mijdarê nîşana azadî û aştiyê ye. Loma jî ez bi hatina salvegera dameziranda PKK`ê gelekî kêfxweş im. Her wiha bi taybet em her sal roja 27`ê Mijdarê bi şahiyeke mezin pîroz dikin."
 
'Gelê Kurd bila vê rojê bi rihekî vejînê bi bîr bînin' 
 
Tolvînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Ez roja 27`ê Mijdarê li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Gelê Kurd bila vê rojê bi rihekî vejînê bi bîr bînin û têkoşîna xwe berdewam bikin."