Siyasetmenderên jin:Dewlet hevkarê tundiyê ye
- 09:14 23 Mijdar 2017
- Rojane
Zeynep Turgut
WAN- Bi nêzîkbûna 25 Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan dê li Wanê mîtînga fînalê bi pêşengiya TJA'yê bê lidarxistin. Siyasetmenderên jin bang li hemû jinan kirin ku 25 mijdarê biherikin qadan.
Bi nêzîkbûna 25 mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinan li Wanê bi pêşengiya TJA'yê li taxan xebat û amadekariyên mitîngê berdewam dikin. Mitînga ku dê di 25 mijdarê de li perqa Musa Enter pêk bê xebatên wê berdewam dikin. Parlementera HDP'ê Bedîa Ozgokçe û Hevseroka DBP'ê Gûlcîhan Şîmşek bang li hemû jinên Wanê kirin ku tevlî mitîngê bibin.
'Her jinek şopdara xwîşkên Mîrabel in'
Hevseroka DBP'ê Gûlcîhan Şîmşek bal kişand ser girîngihiya 25 mijdarê û got ku pêwîste hemû jin ji bo têkbirina tundiya mêr 25 mijdarê biherikin qadan û wiha axivi;"Me wekî TJA'yê li Elîhê starta kampanyaya 'Qirkirina jinan bidîn sekinandin' dabû destpêkirin. Xebatên vê kampanyayê li hemû deverên Kurdîstanê belav bûn. Ji aliyê jinan ve xebateke mezin hate meşandin. Niha jî xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan nêz dibe em ê li Wanê û Amedê bi mîtîngên mezin bi pêşengiya jinan li qadan biqîrîn hatine destpêkirin. Herkes jî baş dizane ku qirkirin û tundiya li ser jinan her roj zêdetir dibe û dewlet jî hevkarê vê tundiyê ye. 25'ê mijdarê bi têkoşîna xwîşkên Mîrabel hate destxistin. Bêgûman ew jinên ku niha berxwe didin û li qadê bi reng û dengê xwe tundiyê qebûl nekIN şopdarên xwîşkên Mîrabel in. Xebatên me li Wanê bi coşek û moraleke mezin li taxan berdewam dike. 25 mijdarê bila jinên ji her qadên jiyanê de jiyan dikin bila tevlî mitîngê bibin. Em di wê rojê de bi hevre li hemberî qirkirin,kuştin û qetilkirinê bibîn yek û bi dengê xwe tundiya mêr têk bibîn."
'Bila hemû jin 25 mijdarê de bibin yek'
Parlementera HDP'ê Bedîa Ozgokçe jî da zanîn ku li cîhana her roj bi hezaran jin lê tên qetilkirin de divê berxwedan bê dayîn û wiha got:"Bi KHK'yan bi hezaran jinên karker yan hatin îxrackirin yan jî ji kar hatine avêtin. Her wiha her roj li Tirkiyeyê bi dehan jin yan tundiyê dibînin, yan tên kuştin yan jî tên tacîzkirin. Li Tirkiyeyê li hemû qadên jinan mûdexeleyek heye. Bi her awayî li hemberî hebûna jinan tehemûl nemaye. Her roj kujer û tecawizkarên jinan tên berdan. Bi berdana van kujeran re jî aşkere dibe ku dewlet hevkarê tundî,kuştin û tecawizkaran e. Ev nêzîkbûna dewletê polîtîk e. Dewlet bi zanebûn di şexsê jinan de jiyaneke azad qetil dike. Niha li her qadên jiyanê li ber xwe didin. Jin bindestiya dewletê û desthilatdariya mêr qebûl nakin. Rastiyek heye em jin ji bo her rojek azad li her deveran berxwe didîn. 25 mijdarê jî ji bo hemû jinên cîhanê rojeke girîng e. 25 mijdarê de emê li qadan bîn. Bila hemû jin 25 mijdarê de bibin yek û bindestî,desthilatdarîyê têk bibîn."
' Emê tundî û tecrîta ser birêz Ocalan jî 25 mijdarê bi dengê xwe û qîrîna xwe şermezar bikîn'
Endama PM a HDP Zelal Yerlîkaya jî bang li hemû jinên Wanê kir ku jin bi reng û dengê xwe li qadan de ji mêr hesab bipirse û wiha domand;" Li Wanê dê fînala mîtînga 25 mijdarê pêk bê. Em jin tundiya ku ser mirovahiyê dê bi dengê xwe şermezar bikîn. Ji ber vê yekê jî divê jin 25 mijdarê biherikin qadan. Emê tundî û tecrîta ser birêz Ocalan jî 25 mijdarê bi dengê xwe û qîrîna xwe şermezar bikîn. Bindestî,desthilatdarî dê 25 mijdarê bi têkoşîna jinan binerd bibe. Werin em tundiya ser jinan bidîn sekinandin."







