Çîroka dewlemendan ji xizanan re bû zilm

  • 09:18 23 Mijdar 2017
  • Rojane
Evrim Kepenek
 
STENBOL- Li Gazîosmanpaşayê, şaredariya Gazîosmanpaşayê dest bi amadekariyên hilweşandina xaniyên  ‘kaçax’ hatine îlankirin, kir.  Şaredariyê ji bo xeteriya hilweşandinê ya xaniyan bê tespîtkirin, ekîbên xwe ligel hêzên çewîk şand taxê.  Xanî ji bo çêkirina projeya wek ‘çîrok’ pêşkêşî firotinê hat kirin, bi çîlîgiran ketin mala welatiyan û welatî hatin tehdîtkirin.
 
Welatiyên Gazîosmanpaşayê  rastî tehdîda ‘ji xwe re xanî bibînin an jî hun ê bê xanî bimînin’ hatin. Li Gazîosmanpaşayê xanî tên hilweşandin, ceyran tê birîn, av tê birîn. Gazîosmanpaşa ji 400 hezarî zêdetir nifûsa wê heye. Li Gazîosmanpaşayê 4 sal berê 13 tax wek qada bi rîsk hatin îlankirin. Di 2016’an de jî ji bo taxan biryara 'cemawerîkirina lezgîn' hat girtin.
 
Şêniyên taxê yên bertek nîşanî biryarê dan, Meclîsa Mafê Starbûnê ya li Gazîosmanpaşayê ava kirin û biryara cemawerîkirinê birin dadgehê. Di rojên borî de betalkirina  biryara cemawerîkirina lezgîn li dadgehê hat erêkirin lê  şaredariya Gazîosmanpaşeyê biryar bir temyîzê. Şaredarî bêyî li bende biryarê bimîne ekîbên xwe şand taxê. Li gorî şêniyên taxê ekîbên karotê ewil bi ekîbên zabiteyê re hatine û  piştî rastî bertekên gel hatine vê carê bi çîlîngîr û ekîbên çewîk re hatine.
 
Taxa Kirbaş a Gazîosmanpaşayê ku yek ji taxa herî kevn a taxê ye, şêniyên vir ên ji bo tapoyê çûne Midûriyeta kadastiroyê jî, hîn kirin ku li herêma ku xaniyên wan lê ne, qadeke mezin a xwecihbûnê wê bê çêkirin.
 
Li taxê xaniyek tevlî ku alav jî têde bû ji aliyê şaredariyê ve hat hilweşadin. Di encama hilweşînê de kavila xanî jî nehat rakirin.