‘Ya hatiye guhertin ne pergala perwerdeyê ye, jiyana zarokên me ne’

  • 09:22 23 Mijdar 2017
  • Rojane
Medîne Mamedoglu
 
MÊRDÎN - Akademîsyen Hulya Kendîr derbarê guherîna pergala perwerdê ya AKP’ê de axivî û diyar kir ku ya tê guhertin ne pergala perwerdeyê ye jiyana zarokên me ne û got divê demildest tedbîr bê girtin.
 
Ji ber polîtîkayên bê pergal ên hikûmetê bi yek biryarekê jiyana bi mîlyonan xwendekarî tê guhertin û li Tirkiyeyê perwergala perwerdê roj bi roj ji zanistîbûnê dûr dikeve. Akademîsyana Aştiyê Hulya Kendîrê bal kişand ser rewşê û diyar kir ku polîtîkayên dikevin jiyanê li hemberî pêşeroja ciwanan tehdîd e û li dijî vê yekê divê tedbîr bên girtin.
 
Hulyayê da xuyakirin ku  guherînên di pergala perwerdeyê de tên kirin bandorek xerab li ser hemû xwendekaran dike û wiha got: “ Pergala perwerdeya nû pêşî li nîqaşên zanistî digire. Di 2012’an de dîsa AKP’ê pergala 4+4+4 xist jiyanê.  Bi vê re zarokên keç her çûn ji perwerdê hatin dûrxistin. Em bi siyaseteke ku zarokan berê wan didin Îmam Hatîban re rû bi rû ne. Pergala perwerdeyê her diçe şûnde dikeve.”
 
‘Divê feraseta perwerdeya navendîbûna ezmûnê bê terkirin’
 
Hulyayê bi lêv kir ku bi projeya ‘nifşê oldar’ ya AKP’ê  wê Îmam Hatîp di pêşerojê de pirsgirêkên mezin derxe holê û dibistan wê di bin navê ‘cîhadê’ de nifş biafrîne. Hulyayê wiha got: “ Divê tu caran di perwerdeyê de ferzkirin neyê kirin. Divê demildest feraseta perwerdeya navendîbûna ezmûnê bê terkirin. Divê her xwendekar li gorî daxwaza xwe di qada dixwaze de bixwîne.”
 
Hulyayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li dijî van pêkanînên ku pêşeroja ciwanan tehdîd dike demildest tedbîr bên girtin.