Hêrs wê dakeve kolanan

  • 09:26 23 Mijdar 2017
  • Rojane
DÊRSÎM/AMED- Li Amed û Dêrsîmê jin xwe amade dikin ku di 25’ê Mijdarê de hêrsê daxînin kolanan, gotin ‘maf nayê dayîn, tê girtin’ û banga piştevaniyê kirin.
 
Amadekariyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî  Şîdeta Li ser Jinê ya Navneteweyî bê navber didome. Di 25’ê Mijdarê de li Tirkiye û Kurdistanê li gelek nokteyan bi awayekî hvdem wê çalakî pêk bên.
 
Hatîce Sari beriya beşa 25’ê Mijdarê ya li Dêrsîmê pêk tê bang kir û diyar kir ku divê jin di vê pêvajoyê de zêdetir di nav piştevaniyê de bin. Hatîceyê got zîhniyeta cenazeya Hatun Tuglukê li Enqereyê neda definkirin bê ceza hatiye hiştin û dewleta sûcdar parast jî qanûnên ku sûc teşwîq dike derxist. Hatîceyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di kuştinên jinan de mêr bê ceza dimînin. Ji ber OHAL em nekarin rehet bikin.  Di pêvajoya OHAL’ê de kuştinên jinan zêde bûn. Em bi şev û roj bi fikarin. Em bi êvaran nekarin derkevin kolanan jî.”
 
‘Bila jin şerê xwe bidin’
 
Guler Karadumanê jî daxuyakirin ku ji komkujiya 1938’an heta niha li Dêrsîmê şîdet ranewestiyaye û got: “Di her kanala televizyonê de qetilkirin tê teşwîqkirin û hewl tê dayîn ku nûçeyên şer bê rewakirin. Ji ber ez naxwazim nûçeyan temaşe bikim. Ez di 1938’an de hatime dinê. Min qet rojek baş nedîtiye.”
 
 ‘Mafê nayê dayîn, tê girtin’
 
Husniye Yilmaz ya piştî hevjînê wê dimre ji bo 4 zarokên xwe xwedî bike têkoşîna jiyanê da, diyar kir ku dema jin ji rolên li wan tên ferzkirin derdikevin rastî her cureyê şîdetê tên û wiha pê de çû: “Cudahiya navbera jin û mêr de tenê fîzîkiye. Lê  cîhan li gorî serdestiya mêr bit eşe bûye.  Maf nayê dayîn, tê girtin.  Jin ji bo mafên xwe divê têbikoşin. Qirkirina DAIŞ’ê ya jinê û kuştinên jinan 
yên li Tirkiyeyê hemanin.”
 
Divê her roj bibe 25’ê Mijdarê
 
Bajarekî din yê ku wê di 25'ê Mijdarê lê dakevin qadan jî Amed e. Jinên Amedê yên ku  derbarê  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî de nêrînên xwe anîn ziman,  gotin ku li ser jina her roj tacîz, tecawiz û tundî tê kirin. Ji ber vê jî divê her roj bibe 25’ê Mijdarê.
 
Jina bi navê Rozerîn Ozturk di serî de tundiya kul i dijî jinê tê kirin û her ku roj diçe tundiya ser jinê mezin dibe şermezar kir û got ku divê jin bi her aliyê baş ve xwe rêxistin bikin, li cihanê azadî û aştî çêbibe û wiha berdewam kir: “Bila dawî komkujiya ku li dijî jina tê kirin be. Her ku roj diçe jinek tê kuştin, an tê tacîz kirin an jî rastê tecawiza mêran tên. Ji ber vê jî ez dixwazim dawî bi tundî û êrîşa li dijî jinê bê. Bila jin li dijî vê tundî, êrîi, tacîz û tecawizê xwe rêxistin bikin û li dijî dujminan bisekinin. Ji bo jin azad bibe divê hemû jin bibin yek û tim hevdû biparêzin.”
 
‘Jina pîroz didîtin’
 
Jina bi navê Helîn Peyam bi lêv kir ku li dijî komkujî, tacîz û tecawiza li ser jinê û ji bo ev tundî bi dawî bibe divê jin bibin yek û ev tişt got: “Dema ku em li serdemên berê dinêrin jin di asta herî jor da ye û pîroz hatiye dîtin. Ji ber ku her tişt di destê jinê de bû. Lê belê piştî demekê  hêza fizîkî derket holê, jin di nava çar dîwaran de hat hepiskirin maf û keda jinê ji dest hate girtin.”
 
‘Divê jin hêza xwe bibîne’
 
jina bi navê Hanim Tutal got ku divê her roj  bibe 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî û wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber ku jin her roj bi tundiyê re rûbirû dimine, her roj jin tê kuştin. Ji ber vê jî divê her roj bibe 25’ê Mijdarê.  Ji ber civaka baviksalar her tundiyê dibîne. Mixabin jin nikare ji civakê dur bikeve û bijî.  Jin gelek bi hêz in. Ji ber vê jî divê jin hêza xwe bibine û jiyana xwe bi xwe ava bike.”
 
‘Tu carî serê xwe li ber mêran netewînin’
 
Herî dawî jî xwendekara bi navê Eda Onur got ku çi dibe bila bibe divê jin rûmetê nîşanê xwe bidin. Ger ku ew rûmetê nîşanî xwe nedin wê demê tu kes rûmetê nîşanî wan nade û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên ku rastî tundiyê tên tu carî serê xwe li ber mêran netewînin. Lewra jî jinên ku rastî tundiyê tên dikarin serî li saziyên jinan  bidin û alîkariyê bixwazin. Mafê tu mêran tune ye ku li ser jinê tundiyê bike.”