Ji bo 25'ê Mijdarê şevbihêrka helbestan hat lidarxistin

  • 10:39 23 Mijdar 2017
  • Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Çand û Hunerê bi munasebeta  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî şêvbihêrka helbestan li dar xist.
 
Li navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê tevgera Çand û Hûnerê  bi munasebeta  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî bi dirûşma  " Hilweşandina pergala Îmraliyê , hilweşandina tundiya li ser jinê ye" şêvbihêrka helbestan hat lidarxistin. Yekîtiya Rewşenbîran, Desteya Jin, Rêveberiya Xweser, Kevana Zêrîn, Kesên nivîskar û Helbestkar ji herêma Firatê û Efrînê beşdarî şevbihêrka helbestan bûn.
 
Destpêkê de ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre sînevizyona ku derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî hatibû amadekirin, hat temaşekirin. Jînda Mihemed û Feyrûz Reşik helbest xwendin.  Her wiha ji aliyê Kevana Zêrîn Şano ya Şehnazê hat pêşkêşkirin.