Ji Sebahatê name hat: Em ê pergala xwe ava bikin!

  • 12:38 23 Mijdar 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel j Girtîgeha Kandrayê ya Tîpa F name şand. Sebahatê di nameya xwwe de diyar kir ku divê li dijî pergala baviksalar a serdest divê jinên li Kurdisatan û Tirkieyeyê bi hev re li ber xwe bidin û got, "Em jin mecbûrin ku li dijî îktîdara baviksalar a hîyarerşîk û yekparêzêz berxwedaneke berfireh bidin meşandin. Îtîraz û redkirin têrê nake, divê ku em pergala xwe ava bikin."
 
Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel a li Gittîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya hejmar 1 girtî ye bi minasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî ji jinan re name şand.  Sebat di nameya xwe de diyar kir ku di her 25'ê Mijdarê de jin ji bo cîhaneke azad bi daxwaza aştiyê dadikevin qadan.
 
Sebahaetê  di berdewamiya nameya xwe de diyar kir ku tevgerên jinan ên li Kurdistanê û Tirkiyê ji mêj ve ye li dijî komkujiya li jinan û ji bo têkoşîna dijî şer were dîtin û hevgirtina jinê were geşkirin bang dikin û di berdewamiya  nameya xwe de wiha got: "Em jinên di zindanan de, ji mekanên ku tundiya dewleta baviksalar  bi rengekî herî sîstematîk tê jiyîn deng didn dengê jinan. Em hemû jinên ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin bi hezkirin slav dikin."
 
Divê jin jiyanek alternatîf ava bikin
 
Sebahat di nameya xwe de got heta ku di qada polîtîk de serkeftin nebine di tu qadê de serkeftin ne pêkan e û diyar kir ku daxwaza azadiyê ya jinê polîtîk e. Sebahat her wiha diyar kir ku yek ji sedema sereke ya krîza modernîteya kapîtalîst ji tine ve dîtina jinê ye û got li dijî pergala hiyerarşîk, desthialdarîxwaz, yekparêz a zilam-serweriyê divê têkoşîn were dayin û jin bi perspektîfa azadîxwaz a pergala wan a jinê xwe rêxistinî bikin û neçarin ku alternatîfa jiyana nû bidin ji mirovahiyê re ragihînin. 
 
Sebahatê got ku 25’ê Mijdarê mîrateya Xwîşkên Mîrabel e û jinên li cîhananê yên ku li vê mîrateyê xwedî derdikevin divê hev bigirin û jiyana azadîxwaz a jinê ava bikin.  Sebahatê  bal kişande ser tundî û zilma li ser jinê û got divê li dijî van polîtîkayên tundî û zilmê xeta têkoşînê were hilbijartin û desthilatdariya AKP-MHP’ê tiştekî nadin jinan. Sebahat bal kişande ser zêdebûna komkujiya li ser jinan, bêewlebûna kuçeyan a ji bo jinan, zarokan, her wiha hejariya jinan a di qada aborî de û  bang geşkirina têkoşînê û azadiyê kir. Sebahat diyar kir ku Tirkiye ji bo jinan ne devereke ewle ye û got heke mafê jiyanê yê jinan ne ewle be mirov dikare siberojeke çawa bisêwirîne. Sebahat got polîtîkayên şer herî zêde  bandorê li jinan û zarokan dikin û ji bo ve jî divê jin derkevin qadan û li dijî şer aştiyê bixwazin.
 
AKP'ê pêvajoya çareseriyê têk bir
 
Sebahatê bal kişande ser têkbirina pêvajoya çareseriyê ya ji hêla AKP’ê ve û wiha got, "Ên  ku maseya muzekereyê qulibandin û Tirkiyê ber bi kaos û krîzeke ku pêşbîniya wê nayê kirin ve dibin, hatine asteke wiha ku êdî nema dikarin welêt bi rê ve bibin. Zemîna wê hişmendiya ku Tirkiyê ber bi kendalan ve birine ew polîtîkayên bi dijminatiya Kurdan e. Ev rewş bandorê ne tenê li Kurdan, li hemû gelên Tirkiyê dike. Ji bo vê jî girîng e ku jin ji polîtîkayên şer bibêjin êdî bes e, pêşengiya vê bikin û mafê xwe yê jiyanê û siberojê biparêzin."
 
Berxwedana jinên kurd 
 
Sebahat bal kişande ser berxwedaniya jina Kurd û got, "Em jinên Kurd bi salan e bi gelê xwe re li dijî zilmê me li ber xwe da, em têkoşiyan û hê jî li dijî her cure hînbûnê ji ber pergala zilam-serwer a li ser jinê, li dijî vê hişmendiyê û tundiyê em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin."
 
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel herî dawî got: "Hemû jinên ku di têkoşîna dijwar û domdirêj de cihê xwe digirin bi hezkirin û hurmet bi bîr tînim. Ji ber 25’ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna li Dijî Tundiya li  Ser Jinê ya Navneteweyî ye em piştevanê didin jinên berxwe dêr."