Hesabê TJA'yê hat rawestandin

  • 13:19 23 Mijdar 2017
  • Rojane
AMED - Hesabê TJA’yê yê Twîtterê beyî ku tu hincet bên nîşandan hat rawestandin. 
 
Hesabê Tevgera Jinên Azad (TJA) yê Twîtterê li Tirkiyeyê hat rawestandin. Hesabê TJA'yê ku 13 hezar 800 şopînerên wê hebûn, bêyî ku tu hincet bê nîşandan hat rawestandin.
 
TJA'yê diyar kir ku der barê rawestandina hesabê wan de tu agahî nedane wan û wê li dijî vê pêkanînê itiraz bikin. Hesabê TJA'yê tam jî di rojên ku xebatên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta  li Ser Jinê ya Navneteweyî tên kirin de hat giritin û ev helwesta li dijî TJA'yê bû sedema nerazîbûnan. 
 
TJA'yê derbarê rawestandina  hesabê xwe de daxuyanî da û wiha got: "Hesabê me yê Twîtterê li Tirkiyeyê hat rawestandin. Berî 25'ê Mijdarê em hewldana qutkirina dengê jinê şermezar dikin. Der barê rawestanina hesabê me yê Twîtterê de tu agahî nedane me. Em bang li hemû şopînerên xwe û raya giştî dikin ku vê pêkanînê şermezar bikin."