Li Rojhilatê Kurdistanê jinek hat qetilkirin
- 13:28 23 Mijdar 2017
- Rojane
URMIYE - Li navçeya Fecriyê jineke ducanî ji aliyê hevjîn û xezûrê xwe ve hat qetilkirin.
Li navçeya Fecrî ya Eyaleta Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê jineke ducanî ku 34 salî bû ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin. Hat aşkerakirin ku bavê hevjînê kujer jî ji bo kuştina jinê alîkarî daye lawê xwe.







