Ji bo 25'ê Mijdarê li Şengalê civîn hat lidarxistin

  • 13:29 23 Mijdar 2017
  • Rojane
Viyan Saîd/Solîn Şengal
 
ŞENGAL - Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî û ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinê, li Çiyayê Şengalê civîn hat lidarxistin. 
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî, ji aliyê endama TAJÊ Pelda Şengal ve civîn hat çêkirin. Peldayê diyar kir ku ne tenê roja 25'ê Mijdarê, divê hemû rojên me bi tekoşînê derbas bibin.
 
Ji bo dawî li tundiya li ser jinê were li her derê jin di nav çalakiyan de ne û azadiya xwe dixwazin. Li Çiyayê Şengalê jî ji bo şikandina tundiya li ser jinê civîn hatin lidarxistin. Endama TAJÊ Pelda Şengal diyar kir ku ji bo tundiya li dijî jinê bişikê gerek jin bibin yek û wiha got:" Bi rastî dema ku mirov li dîrokê dinêhêre, yê herî zêde rastî kuştinê, tundiya civakê hatiye jin e. Di civakê de jin tim ji mafên xwe yên rewa bêpar mane û her dem bi çavên amûra zayinê li jinê hatiye nihêrtin. Jin tenê wek metayekê dihat bikaranîn, bê ku nêrînê wê bigire di temenê biçûk de dihatin zewicandin, mêran her dem desthilatdariya xwe li ser jinê dimeşand. Lê gerek em êdî li dijî van pêkanînan serê xwe netewînin."
 
'Divê jin bi rihekî birêxistinî tev bigerin'
 
Endama TAJÊ, Pelda Şengal di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser rêxistinbûna jinan û axaftina xwe wiha domand:" Bi rastî jî heta ku di civaka me de hinek nêzikatî ya li hemberî jinan hat guhertin gelek ked û tekoşîn hat dayin. Rêbertî dibêje ji ber ku di civakê de êrişên herî zêde li ser jinê çêdibe loma gerek jin xwe bi rêxistin bikin. Bi rastî di vî alî de Rêber Apo pir ked da û nêzikatiyên civakê yên li hemberî jinê da guhertin. Minaka vê ya ber bi çav ev e ku ne ji felsefeya Rêberti ba niha wê rewşa jinên Êzidî cuda ba. 
 
'Divê em di hemû qadên jiyanê de têbikoşin'
 
Endama TAJÊ, Pelda Şengal, di dawiya axaftina xwe de bang  li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe berz bikin û wiha dawî li gotinên xwe ani:" Ez bang li hemû jinan dikim ku em bi hev re desthilatdariya mêran pûç bikin. Divê em di hemû qadên jiyanê de tekoşînê bidin meşandin. Bi taybet em li Rêbertiya xwe xwedî derkevin, ji ber azadiya Rêbertî azadiya jinê ye."