Jin li dijî tundiyê li qadan e

  • 15:04 23 Mijdar 2017
  • Rojane
EDENE/STENBOL - Jin bi boneya 25'ê Mijdarê çalakiyên xwe berdewam dikin. Şaxa Edeneyê ya Egitm Senê diyar dike ku bi mufredata nû ya perwerdeyê tê xwestin ku hebûna desthilatdariya mêr a di nava malbatê de bê parastin. Meclîsa Jinê Ya Stenbolê jî bang kir ku hemû kes beşdarî çalakiya sibehê ya ku dê li Kadikoyê çêbikin bibin.
 
Şaxa Sendîkaya Kedkaran a Zanistê û Perwerdeyê (Egitim Sen) ya Edeneyê, di çarçoveya 
 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Navneteweyî de li avahiya şaxê bi serenavê 'Di mufredatê de tundî heye' civîna çapemeniyê li dar xist. Konfederasyona Sendîkayên Karker û Şoreşger (DÎSK), Şaxa Saziyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) ya Edeneyê, Saziya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) û perwerdekar beşdarî civînê bûn. Di civînê de Seroka Şaxa Edeneyê Ya Egitîm Senê Seçîl Sonmez daxuyanî da û diyar kir ku 24'ê Mijdarê Roja Mamosteyan ji bo mafên mamosteyan ên  ku hatine wendakirin ser wê bê girtin tê bikaranîn.  
 
'Îktîdara siyasî perwerdeyê li gor armancên xwe yên birdozî bi teşe dikin'
 
Seçîlê polîtîqaya hukumetan rexne kir û wiha got:" Di dîroka welatê me de polîtîqayên perwerdeyê her dem ji feraseta zimanê dayikê, ji demokrasiyê û ji layikbûnê dûr hatiye kirin. AKP'ê jî bi sîstema xwe ya perwerdeyê bêtir ji van ferasetana dûr xistiye. Îro sîstema me ya perwerdeyê di bin desthilatdariya nîjadperestî, milîtarîzmê de ye û her ku diçe nêzî naveroka olê dibe. Bi pirtûkên sîstema perwerdeya nû tê xwestin ku tundiya li dijî jinê rewa bê dîtin. Em ê li dijî guhertinên ku tê kirin têbikoşin. "