Zaroka ku wesayita zirxî lê qelibî jiyana wê hîn di xeterê de ye
- 15:06 23 Mijdar 2017
- Rojane
ŞIRNEX - Rûken Cansiri ya 8 salî ku ji Cizîrê, dema ji xwe re dilîst wesayita zirxî lê qelibî, hê baş nebûye û xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li taxa Sûrê, li nêzî Pira Deştê dema ku zaroka bi navê Rûken Cansirî ji xwe re dilîst wesayita zirxî ya polîsên tirk ku li kuçeyan pir bi lez diçin lê qelibî.
Rûken Cansiri piştî ku wesayita zirxî lê hat qelibandin bi giranî birîndar bû. Polîsên tirk li şûna ku bang li ambûlansê bikin ew li wesayita zirxî kirin û birin nexweşxanê. Diyar bû ku xwîn ketiye nava rûkenê.
Rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê diyar kirin ku 24 saetan wê Rûkenê di yekîneya lênerîna giran de bihêlin û piştre wê karibin li ser rewşa Rûken bikaribin tiştekî teqez bibêjin.







