Jinên Rojava biryara Iraqê ya zewaca di temenê biçûk de nas nakin!
- 14:43 19 Kanûn 2017
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Parlamentoya Irakê ji bo zewaca di temenê biçûk a 9 salî de rewa bike biryar girtibû. Jinên Rojava ji bo ev biryara têk biçe bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku ew biryara rewakirina zewaca di temenê biçûk de nas nakin.
Parlamentoya Irakê ji bo zewaca temenê biçûk a 9 salî de rewa bike biryar girtibû. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HGW) jî derbarê vê biryarê de bertek nîşan dabû. Jinên Rojava jî ji bo ev biryara têk biçe bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ku biryara rewakirina zewaca di temenê biçûk de, têkçûyina ehlaqê civakê ye.
Têkildarî vê mijarê de Rêvebira Kongra Star Sara Xelîl wiha got: " Hikumeta Iraqê di warê parastina mafên jinan de her dem qels maye. Ji bo jin derbarê jiyana xwe de bibin xwedî biryar jî gavên berbiçav nehatine avêtin."
Sarayê di dewama axaftina xwe de wiha got:" Kesên ku naxwazin civak ber bi azadiyê ve biçin jinê hedef digirin. Civaka ku jin tê de ne azad be ew civak ne serkeftî ye. Rewakirina zewaca di temenê biçûk de dê civakê têk bibe. Loma jinên Rojava vê biryarê nas nakin."
Sarayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em weke Gelê Kurd pîvanên civaka azad, wekhev û demokratîk esas digirin. Em jî weke Rêxistina Kongreya Starê li ser van xalan xebatên xwe dikin. Ji ber ku têkoşîna me gerdûnî ye em mafên hemû jinan diparêzin. Em ji hemû jinan hêvî dikin ku pirtukên rêbertî bixwînin û rastiya xwe nas bikin û civaka xwe bi rê ve bibin û li dijî biryarên ku jinan diçewisînin serî hildin."







