Derbarê qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin de lêpirsîn

  • 16:16 19 Kanûn 2017
  • Rojane
ENQERE - Wezareta Karên Hundir li ser giliyê hat kirin derbarê qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin de lêpirsîn da destpêkirin.
 
Wezareta Karên Hundir li ser giliyê hat kirin derbarê qeyûmên tayînî şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de ji bo ku performansa şaredariyiyan bê lêkolînkirin mufetîş hatin erkdarkirin. Derbarê ku li kîjan şaredariyan lêpirsîn hatiye vekirin de tu agahî nehatin girtin.  Herwiha Wezareta Karên Hundir jî derbarê mijarê de tu daxuyanî neda.
 
Derbarê qeyûnan de îdaya nelirêtiyê
 
Berê jî 9 qeyûmên hatibûn tayînkirin ji peywirê hatibûn kirin û li şûna qeyûmam qeyûmên din hatibûn tayînkirin. Alîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Erdal Aksunger jî piştî ku qeyûm ji ser peywirê hatin girtin îdayên nelirêtiyê yên derbarê qeyûman de anîbûn rojevê û gotibû ku 9 qeyûm ji ber nelirêtiya ku kirine ji peywirê hatine girtin. 
 
Qeyûmên ji peywirê hatin girtin
 
Qeyûmên ku ji peywirê hatin girtin ev in: Qeyûmê Şaredariya Cizîra Şirnexê Ahmet Adanur, qeyûmê Şaredariya Peyasa Amedê  Mustafa Kiliç, yê Şaredariya Yenîşehirê Mehmet Ozel, yê şaredariya Melezgira Mûşê Soner Kirli, qeyûmê Şaredariya Bêgirê Fatîh Çelîkel, yê Sarayê Serhat Karbektaş, qeyûmê Çelê ya Colemêrgê  Mehmet Mut, yê Şemzînanê Muhamet Fuat Turkmen, yê Karkoçana Xerpêtê Cemîl Sarioglu ye.