ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2017'AN
- 09:00 20 Kanûn 2017
- Rojev
*Hevseroka Meclîsa Damezrêner a Pergala Federaliya Demokratîk Hediye Yûsif proje û destkeftiyên sala 2017'an nirxand û sala 2018'an pîroz kir û wiha got: "Bûyerên ku di sala 2017'an de qewimîne, rewşeke nû, dîzayin û pergaleke nû ya jiyana hevpar a gelan bi xwe re ava kiriye. Bi hêviya ku sala nû ji bo gelê Rojhilata Navîn bibe saleke nûjen."
*Li taxa Sûrê ya piştî rêveberiyên xwer lê pevçûnên mezin hatin jiyîn, di xaniyên ku xesar dîtibûn de kesên hişbirê bikar tînin bi cih bûne. Ciwan bi polîtîkayên ji rêderxistinê hînî hişbirê tên kirin û hat îdia kirin ku polîs jî dibêjin ‘ji bilî siyasetê her tişt ji wan re serbest e.’
*Şîrketa ku ji bo li ser Çemê Çekerek HES’ê çêbike ket nav tevgerê, hîna pêvajoya darazê temam nebûbû dest bi înşatê kir. Bahar Tekîn a bi zaroka wê ya hîna nehatiye dinê û dayika xwe Meralê re li dijî HES’ê têdikoşe got: “ Zaroka min a hîna nehatiye dinê hîs dike ku wê li welatekî çawa bê cîhanê.”
BI DÎMEN
*Pergala serdest a mêr ku jinê di hundirê malê de wek zayenda duyem dibîne, di hilberîn û beşa kar de jî polîtîkayên newekhev û dijminê jinê nîşan didin. Li dijî vê Gulerê aboriya xwe ava kir û li ser piya dimîne û wiha got: “ Min jiyana xwe bi keda xwe guhert.” BI DÎMEN
*Cenazeyên gelek endamên YPS-YPS JIN ên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dabûn hîna nedane malbatên wan. Cenazeyên li goristanên bêkesan ên li bajarên cuda hatine definkirin, malbatan ji bo wan cenazeyan serlêdan kirin, mînaka xwînê dan, hîna encamên DNA’yê negirtine.
*Ayşegul Kanat tevî astengiyên derket pêş wê dest ji xeyalên xwe berneda û dest bi nivîskariyê kir. Xeyala wê niha ev e ku ji bo jinên li girtîgehê dersa nivîskariyê bide. Ayşegulê banga ‘dest ji xeyalên xwe bernedin’ li jinan kir û got divê her jinek çîrokek wê ya nivîsandinê hebe. BI DÎMEN
*Jina bi navê Bêrîtan Akgun a ku bi temenê xwe yê 19 salî zewiciye ji bo ku bi tena serê xwe li ser nigên xwe bisekine dikaneke bi navê ‘Pînpînîk Xemilandin’ vekiriye û dixebite. Bêrîtanê got ku ji ber zewaca pir ciwan û xeşimiyê pir zehmet kişandiye. Divê mirov bikaribe li ser nigên xwe bisekine û divê mirov berpirsiyariya jiyanê hilde ser milên xwe. BI DÎMEN
*Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd li ser tecrîda giran a li ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Em vê tecrîdê bi zimanekî tund şermezar dikin û ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan em ê têbikoşin." BI DÎMEN







