Li başûrê Kurdistanê di çalakiyan de 7 kes hatin kuştin
- 12:33 20 Kanûn 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Kurdistanê li dijî krîza aborî û siyasî ku roj bi roj kurtir dibe li Silêmanî, Ranya, Helepçe, Koyê, Kifrê, Qeladiz, Xurmal, Avreze, Çemçemal, Teqteq û Akrê çalakiyên ku hatin destpêkirin berdewam dikin. Di encama van çalakiyan de ji ber êrîşên hêzên asayişê heta niha 7 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li başûrê Kurdistanê ji ber krîza aborî û siyasî ku roj bi roj zêde tir dibe li 14 navendan çalakiyên ku hatin destpêkirin di roja 3 emîn de berdewam dikin. Gelê ku li Silêmanî, Ranya, Helepçe, Koyê, Kifrê, Qeladiz, Xurmal, Avreze, Çemçemal, Teqteq û Akrê bi daxwaza ku hikûmet îstîfa bike dist bi çalakiyan kir bertekên xwe yên li dijî hikûmetê tîne ziman. Li navçeya Ranyayê ya Silêmanî ku bi sedan kes li kolanan di çalakiyê de ne di encma êrîşa hêzên asayişê de hat aşkerakirin ku 5 kes hatine qetilkirin. Piştî qetlîama ku hat kirin Avahiya Komîteya Navenda YNK'ê ku li navçeyê bû jî hat şewitandin û gel ber bi buroya PDK'ê ya li navçeyê ve dest bi meşê kir. Di nav agahiyên ku hatin dayîn de hat aşkerakirin ku hêzên asayişê li dijî gel çek bi kar anîne. Herwiha ha aşkerakirin ku ji ber gulebarana hat kirin gelek kes jî birîndar bûne û ji bo birîndarên ku karkirine nexweşxaneyê banga dayîna xwînê hat kirin. Çalakî berdewam dikin.
Li Koyê kesek hat qetilkirin
Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hat weşandin li navçeya Koyê ya Hewlêrê gel ji bo ku polîtîkayên hikûmetê şermezar bike derketiye kolanan û dest bi çalakiyan kiriye .Hat diyarkirin ku li Koyê jî welatiyek di encma gulebarana hêzên asayişê de jiyana xwe ji dest daye û heta emrekî nû li navçeyê qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.
Li Çemçemalê 'qedexeya derketina kolanan'
Qeymeqamê Çemçemalê jî saet ji 20.00'an de qedexeya derketina kolanan îlan kir. Qeymeqamiyê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku wê qedexe tenê li navenda navçeyê derbasdar be û got ku ji bo saziyên fermî jî betlane hatiye îlankirin.
Weşana NRT hat rawestandin
Piştî berbelavbûna xwepêşandaran Asayişê bi ser stûdyoya NRT TV ya Silêmanî de girt. Weşana televizyonê hate rawestandin, bi dehan xebatkarên wê hatin binçavkirin.
Daxyaniya hikûmetê
Hikumeta Başûrê Kurdistanê duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku di xwepêşandanan de avahî neyên şewitandin. Lê belê li gelek bajaran avahiyên PDK, YNK, Goran û avahiyên fermî hatin şewitandin. Lê belê li gelek bajaran avahiyên PDK, YNK, Goran û avahiyên fermî hatin şewitandin.
Îbadî tehdît kir!
Li ser bûyeran daxuyaniyeke din ji Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî hat. Ebadî got, "Eger zerar li xwepêşandêran bibe em ê dest li rewşê werdin."
Ji Tevgera Goran Daxuyanî
Tevgera Goran jî derbarê bûyeran de daxuyaniyek da û wiha got: "Sedema derketina kolanan ya gel îdiayên nelirêtiyê yên hikûmetê ne. Em wekî Tevgera Goran dibêjin ku em li pişt daxwazên gel in."







