Mirina bi gûman a aktîvîsta kurd Roqye Seîd!

  • 12:36 20 Kanûn 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hat îdiakirin ku aktîvîsta kurd Roqye Seîd dawî li jiyana xwe anî.
 
Hat aşkerakirin ku aktîvîsta kurd Roqye Seîd li bajarê Ciwanro yê eyaleta Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî bi  gûman dawî li jiyana xwe aniye. Hat diyarkirin ku Roqiye ji ber pirsgirêkên malabtî dawî li jiyana xwe aniye. Roqiye Seîd a ku hat îdiakirin dawî li jiyana xwe aniye piştî ku rakirine nexweşxaneyê bi du rojan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Roqiye Seîd, di Koma Alîkariyê ya li Ciwanroyê de cih digirt û piştî erdheja ku di demên dawîn de li rojhilatê Kurdistanê pêk hat bi gel re gelek alîkarî kiriye.