Leyla Bîrlîk: Divê guh bidin daxwazên gelê Başûr

  • 14:09 20 Kanûn 2017
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Şirenxê ya HDP'ê Leyla Bîrlîk li ser qetilkirina 7 kesên ku li Başûrê Krudistanê di encama êrîşên hêzên asayîşê de hatin qetilkirin nirxadin kir. Leyla diyar kir ku hikûmeta li Başûrê Kurdistanê bû sedema krîzê divê hesap bide û ev bang kir: "Divê ku ev tundiya hatiye destpêkirin demildest bê bidawîkirin û hikûmet guh bide dengê gel."
 
Li dijî krîzê ku roj bi roj li başûrê Kurdistnê kûr dibe li 14 bajaran çalakiyên ku hatin destpêkirin berdewam dikin. Welatiyên ku li navçeya Ranya ya Silêmanî îro dîsa ji bo 7 kesên ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin qetilkirin kom bûn bi dirûşma 'Şehîd namirin' dest bi meşê kirin.  Hat aşkerakirin ku li bajêr dukan jî nehatine vekirin û kesên tevli çalakiyê bûne potên reş li xwe kirine.
 
'Derketina kolanê mafekî rewa ye'
 
Parlamentera Şirnexê ya HDP'ê ku derbarê Başûr ê çalakî lê berdewam dikin de nirxandin kir, diyar kir ku gel ji bo mafê xwe yê rewa derketiye kolanê û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê ev du sal in ku krîzeke aborî heye û ev krîz her ku diçe mezin dibe. Li dijî wê rêveberî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, ji ber ku civak li derve tê hiştin Û Meclis demeke dirêj bû ku girtî bû. Ev hemû bûn sedema krîzê." 
 
'Divê bersiv çareserî be ne komkujî'
 
Leyla ya ku dagirkirina Kerkûkê bi bîr xist ev tişt got: "Ev bertek rewa ye. Her daxwaza welatiyan ji hikûmet û rêveberiyan heye. Lê divê ku ev nebe sedema qetlîaman û divê ku hikûmet dest ji vê helwesta xwe berde."
 
Ji malbatan re sersaxî
 
Leyla diyar kir ku divê hikûmet hesap bide gel: "Divê ku şîdet bi dawî bibe û hikûmet guh bide daxwazên gel." Leylayê ji malbatên kesên ji yana xwe ji dest dane re jî sersaxî xwest.