‘Em qêrîna jinan bê xwedî nehêlin’
- 17:47 20 Kanûn 2017
- Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Bornovayê hevalên Zulal Tutuncu ya ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, bertek nîşanî kuştinên jinan dan û wiha gotin: “Em ê qêrîna jinan bê xwedî nehêlin.”
Hevalên Zulal Tutuncu ya li navçeya Bornovaya Îzmîrê di 18’ê Kanûn de, ji aliyê Gunhan Ozturk ve hat kuştin, li pêş Fakulteya Wêje û Zimanê Tirkî ya Zanîngeha Egeyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de dovîza “Kuştinên jinan polîtîkin” û pankarta “Hûn nikarin kuştinên jinan rewa bikin” vekirin. Personelên ewlekariya zanîngehê destûr nedan ku hevalên Zuhalê li ber zanîngehê daxuyanî bi din. Piştî gengeşiyek kurt, dûre daxuyanî hat dayîn.
Li ser navê xwendekaran Ezgî Yavuz daxuyanî da û diyar kir ku ji vir û şûn de wê bibin dengê hemû jinan. Ezgî, anî ziman ku dengê qêrîna jinên hatin kuştin û îşkencekirin di guhên wan de deng dide û dest nîşan kir ku ew ê dengê qêrîna jinan bê xwedî nehêlin û wiha ev tişt got: “Pêdiviya jinan bi erdnigariyeke ku jin karibin li ser vîn û ramanên xwe bînin ziman heye. Di civakê de ya ne guherî tundiya liser jinê ye. Divê kujer bên cezakirin ku pêşiya tundiya jinan bê girtin. Em ê qêrîna jinên hatin qetilkirin bê xwedî nehêlin. Em bêdeng nemînin û em ê rabin ser piyan.”
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.







