ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 21 Kanûn 2017
  • Rojev
 
*Endama Rêvebir a Kongra Star Felek Yusuf derbarê xebat û pêşketina jinan ên Rojava-Bakurê Sûriyeyê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" Bi têkoşîn û îradeya bêhempa jin gav bi gav ber bi azadî û serxwebûnê ve diçe."BI DÎMEN
 
*Jinên ku beşdarî Koma Helbestê ya Amedê bûn hêstên xwe yên derbarî wêjeya kurdî de anîn ziman û wiha gotin: “Ji bo pêşketina ziman û wêjeya kurdî em xizmetê ji zimanê xwe re dikin.”BI DÎMEN
 
*Li Colemêrgê ji ber qeyrana aborî esnaf li ber îflasê ne. Esnafên ku heya êvaran dixebitin û vala diçin malê nêrazîbûn nîşanî neçareserkirina qeyrana aborî dan û gotin ku ji ber qeyrana aborî her roj hin kes koç dikin. BI DÎMEN
 
*Endama HDP MYK’ê Beyza Ustun, hêza paramîlîter HOH ku li Enqereyê komele vekiriye nirxand û diyar kir ku rêxistinên wisa bi armanca ku gelan berbi şerê navxweyî bibe derdikevin holê. BI DÎMEN
 
*Ji ber projeya qeyûm kiriye jiyanê perava Munzurê ji sîncap û welatiyan re hatiye girtin û di çarçoveya projeyê gelek dar hatin birîn.
 
*Jinan diyar kir ku ‘Bila Erdogan bê li poşetên me yên dan û standinê binêre’ û li dijî rêjeya mezinbûna daneyên TUÎK’ê bertek nîşan dan.  Jinan bi lêv kir ku ‘Em biçûk bûne, ew mezin bûne’ û hewl didin fêkî û sebzeyên herî erzan bigirin. 
 
*Ji platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin Esîn Yeşîlirmak diyar kir ku li gorî Peymana Stenbolê ku Tirkiye îmze avêtiye, divê Tirkiye der barê qetilkirina jinan de daneyên îstatîstîkê bigire. Esînê got ligel vê Wezareta Dadê û Wezareta Malbatê daneyan nagire û got: “Tevî ku me bi dehan carî serlêdan kiriye, bersiv nayê dayîn. Em ji vir fêm dikin ku dane nayên girtin.” BI DÎMEN
 
*Endamên Piştevaniya Mor bi dirûşmeya ‘Ya azadî ya azadî’ di 23-24’ê Qanûnê de yekem car konferanseke ku hemû Tirkiyeyê dihundirîne, wê pêk bîne. Endamên Piştevaniya Mor  got: “Ji bo ji vê dema tarî bê derketin, ji bo em têkoşîna jiyanê bidin divê jin êdî bên cem hev û ji bilî vê çare nîne.”BI DÎMEN
 
*Parlamentera Elman Heîke Hansel geşedanên siyasî yên Tirkiyeyê nirxand û  girtina welatiyên Elman jî wek ‘zîhniyeta dîlgirtinê’ nirxand. Heîke daxuyakirin ku divê Tirkiye demildest bikeve rêya hiqûq û çareseriyê.