‘HOH tevgera ku ber bi şerê navxweyî dibe ye’
- 09:14 21 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Endama HDP MYK’ê Beyza Ustun, hêza paramîlîter HOH ku li Enqereyê komele vekiriye nirxand û diyar kir ku rêxistinên wisa bi armanca ku gelan ber bi şerê navxweyî bibe derdikevin holê.
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê banga çekgirtina siyasî kir şûnde Tevgera Taybet a Gel (HOH) derket holê navenda wê Trabzon li 22 navend û 60 navçeyê di bin navê komeleyê de faliyetan dimeşîne. HOH’ê li Enqereyê li Kizilayê jî di bin navê komeleyê de buro vekir. Di rojên borî de jî li Antalyayê piştî serlêdana karsazan şûnde şaxek vekir. Endama HDP MYK’ê Beyza Ustun ev rewş nirxand û got: “Em wek partî wek jinan li dijî vê ne. Çi zextê dikin bila bikin em ê welat azad bikin û têkoşînê bimeşînin.”
Beyzayê di berdewamiyê de wiha got: “ Piştî darbeya siyasî dest pê kir şûnde AKP û Erdogan ji bo civakê ji hev bike polîtîka meşand. Ev heta şer bir. Piştre darbeya 15’ê Tîrmehê pêk anîn. Hîna ji tiştên hatine serê wan ders negirtine ku polîtîkayên ku gelan bi hev didin şikandin dimeşînin. Di 15’ê Tebaxê de banga çekgirtina şexsî kirin.”
‘Dixwazin şerê navxweyî kûr bikin’
Beyzayê bi lêv kir ku piştî bangê çekgirtina sivîl rewa kirine û li bajaran wesayîtên bi tabeleyên HOH û piştre komele hatin vekirin û got: “Li gorî agahiyên me girtine çek dane sivîlan. Li Meletiyê xaniyên Elewiyan hatin nîşankirin û ev jî girêdayê van bangan e. Ev tevgereke cidî ya ku ber bi şerê naxweyî dibe ye. Li Kurdistanê xuyaye ku encam negirtin û dixwazin vê bibin herêmên din. Dixwazin bi HOH’ê şerê navxweyî derxin holê.”







