ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 25 Kanûn 2017
  • Rojev
*Di çarçoveya KHK’a bi hejmara 696'an de ku di rojnameya fermî de hat weşandin ferzkirina “Kincên yek reng” ku li girtiyan tê ferzkirin hat qebûlkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca nerazîbûnên xwe anî ziman û bang li gelê kurd kir û got ku divê her kes bi têkoşînek mezin li dijî vê derbikevin.
BI DÎMEN
 
*Her jinek çîrokeke wê ya berxwedanê heye û astengiyên ku di vî warî de kişandine heye. Ji van jinên ku bi gelek êşan rû bi rû maye yek jê jî Eya Oglobal e. Elya ya ku ji malbateke ji Bakurê Kurdistanê ye li bajarê Sûriyeyê Lazikiyeyê çavê xwe li jiyanê vedike. Elya têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo azadiyê bi ajansa me re parve kir. BI DÎMEN
 
*Jinên li dirûngeha Şehîd Delîl kar dikin diyar kirin ku ew ji ber pişgiriyê didin şoreşê û ji bo şervanan dirûnê dikin kêfxweş in û dibêjin ku eger ji wan bê xwestin ew ê li çeperên şer jî li kêleka şervanan rûmet û axa xwe biparêzin. BI DÎMEN
 
*Ji aliyê Midûriyeta Herêma Parastina Hebûnên Xweza û Çandî ya Erziromê ve  Pira Pirde Xatunê hatibû parastin û piştre jî xebatên restorasyonê hatibûn destpêkirin. Pisporên li pirê lêkolîn kirin diyar dikin ku pira ku divê li gorî reng û kevirên nêzî wê bihata restorekirin, hema hema pir ji nû ve hatiye avakirin.
BI DÎMEN
 
*Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê de nirxandin kir û balkişand ser Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya wê li Soçî pêk bê û got pêkhateyên esas ên çareseriya siyasî hikumeta Sûriyeyê û nûneriya Kurd e. Hamîdeyê bi lêv kir ku çareseriyek bê Kurdan nabe.
 
*Pîrebokên Kampusê ku  li dijî şîdeta fîzîkî û zayendî ya li hemberî jinê xwe bi rêxistin dikin, di atolyeyên vekirine de banga parastina cewherî li jinan dikin.
BI DÎMEN
 
*Pispora DÎSK-AR’ê Denîz Beyazbulut  Lêkolîna Hêza Kar a Malbatê ya dema 2017’an a TUÎK’ê nirxand û diyar kir ku di rêjeya betaliya jinên ciwan de ji sedî 26.7 zêdebûnek cidî heye û wiha got: “Betaliya jinên ciwan bi taybet li hinek bajaran derketiye ji sedî 32’an. Yek ji sedemên vê zayenda civakî ye. Ji piyasayê herî zêde jin û ciwan bi bandor dibin.”