'Ger ku jin azad bibe civak jî azad dibe'
- 09:06 25 Kanûn 2017
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Her jinek çîrokeke wê ya berxwedanê heye û astengiyên ku di vî warî de kişandine heye. Ji van jinên ku bi gelek êşan rû bi rû maye yek jê jî Eya Oglobal e. Elya ya ku ji malbateke ji Bakurê Kurdistanê ye li bajarê Sûriyeyê Lazikiyeyê çavê xwe li jiyanê vedike. Elya têkoşîn û berxwedana xwe ya ji bo azadiyê bi ajansa me re parve kir.
Elya Oglobal ku bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ye astengî û kevneşopiyên di nava civakê ku li dijî jinê tên bikaranîn bi çîroa jiyana xwe ji ajansa me re vegotin. Elyayê diyar kir ku bi şoreşa li rojavayê Kurdistanê re ku bi pêşengiya jinê hat kirin re di nava civakê de rewşa jinê di warê erênî de vguherandiye û got ku ev hemû pêşketin bi bandora fikr û ramanên Rêberê PKK'ê ku di nav civakê de hatin belavkirin pêk hatiye.
Elya Oglobal ku bi eslê xwe ji Tirkiyeyê ye çavê xwe li Sûriyê bajarê Laziqiyê vedike,dibistana seretayî û navîn li wir diqedîne. Lê dema ku dizewice derbasî bajarê Til Temir ê Herêma Cizîrê dibe. Elyayê gelk astengî di milê kevneşopiyên civakê kişandine, lê wekî ku ew dibêje wê bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev kovneşopî şikandiye û riya azadiyê hilbijartiye.
'Di serdema Baasê de Gelê Kurd bindest bû'
Elyayê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serdestiya rêjîma Baasê ya li ser Gelê Kurd û wiha pê de çû: "Gelê Kurd di serdema rêjîma Baas de li Rojavayê Kurdistanê bindestbû. Di wê demê de tu kesî nikarîbû navekî kurdî li zarokên xwe bikira. Ji ber ku ev yek ji aliyê rêjîma Baasê ve qedexe bû. Lê dema ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir êdî civîn û perwerde ji gel re hatin çêkirin û civînan bandora erênî di serî de li ser jinên û bi tevahî li ser gel kir. Di civînên ku hatin lidarxsitin de,bal dihat kişandin ser zilm û zoriya rêjîma Baasê ku li gelê Sûriyê û bi taybet li gelê Kurd dihate kirin."
'Felsefeya Rêber Apo hemû kes hewand'
Elyayê bal kişand ser fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Fikir û felsefeya Rêber APO mezin û berfireh e. Azadiyê her neteweyî di nava xwe de dihewîne. Ez gelek caran pirtûkên wî dixwînim. Her ku xwendina min zêde dibe ewqasî ez bi bandor dibim û hêza min bêhtir dibe. Demekê gotin ku Rêbertî li Lubnanê ye, min pir dixwest ku wî bibînim û pêre biaxivim, lê mixanbin min nikarîbû û hinek sedem bûn asteng."
'Ger ku jin azad bibe civak jî azad dibe'
Elyayê diyar kir ku eger jin azad bibe wê civak jî azad bibe û wiha pê de çû: "Jin wekî darê ye her çiqas tu wê perwerde bikî ewqas civakeke rast û dirust ava dike. Hêza jinê ji ya zilam bêhtire, lê bi desthilatdariya zilam a li ser civakê hêza jinê tune tê hesibandin. Lê bi şoreşa Rojava re ev hêza jinê derket holê. Jinê ev hêza xwe bi berxwedana ku da ispat kir."
Elyayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dewletên ku qaşo bi demokrasiyê bang dikin ti gav ji bo azadiya jinê neavêtin, lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe bû riya xelaskirina jinan ji zincîrên koletiyê û misogerkirina azadiyê wê.Pergala Hevserokatiyê û projeya avakirina komînan ku bingeha xwe ji vê digire, bûye mînaka demokrasiyê di Rojava-Bakurê Sûriyê de û ji bo jinan serkeftinek e."







