'Em ê li dijî kincên yek reng bi hev re li ber xwe bidin'

  • 15:09 25 Kanûn 2017
  • Rojane
STENBOL - TDÎ û TTEP''ê derbarê pêkanîna "Kincên yek reng' daxuyanî dan û wiha gotin: "Girtiyan bi caran gotin ku em li dijî vê pêkanînê amade ne. Em ê jî ji der ve de bi wan re hevkariyê bikin û em ê bi hev re li ber xwe bidin. Em destûrê nadin pêkanîna kincên yek reng."
 
Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û Platforma Em ê Destûrê Nedin Kincên Yek Reng (TTEP), derbarê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK)  ya hejmar 695 û 696'an de duh li ber deriyê Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Ummuhan Ozdemîr ve hat xwendin. 
 
Ummuhan diyar kir ku bi KHK'ya hejar 695 û 696'an re hiqûqa bêhiqûqiyê hatiye nivîsandin û wiha berdewam kir: "Bi qanûnên ku tên derxistin kin pêkanîna kincên yek reng ku nayê qebûlkirin hatiye qanûnîkirin.  Ev pêkanînên ku em wan nas dikin bi qanûnên ku torbe bi torbe tên derxistin di hemû serdeman de li dijî çand,ziman û baweriya me ji bo ku tune bikin tên derxisin."
 
'Wê girtî qebûl nekin'
 
Ummuhan diyar kir ku bi pêkanîna kincên yek reng mafê girtiyan hatiye binpêkirin û wihagot: "Girtî vê pêkanîna dijmirovî qebûl nakin. Sivîlên ku di 15'ê tîrmehê de mudaxele kirin bê ceza tên hiştin û tên xelatkirin û ji wan re tê gotin ku ji bo demeke din ku hûn erka xwe bi cih bînin bisekirin. Em ji tecrûbeyên xwe yên dîrokî dizanin ku ev tê çi wateyê. Bi vê pêkanînê civak ji hev tê xistin û tê  xwestin ku bê hemberî hev."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Em destûrê nadin kincên yek reng" bi dawî bû.