Li Yukselê çalakiyê di roja roja 412’an de berdewam kir
- 15:37 25 Kanûn 2017
- Rojane
ENQERE - Li Kolana Yukselê 412 roj e çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” didome û polîsan êrîşî çalakgeran kirin û 3 kes binçav kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 292’an de didome û çalakiya piştevaniya ji bo Nuriye û Semîh ya “Em karê xwe paş ve dixwazin” jî di roja 412’an de dewam kir.
Çalakvanan wek her roj xwestin li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiyê li dar bixin, li Kolana Yukselê li hev kom bûn. Polîsên ku kolan bi mertal û maşîneyên binçavkirinê dorpêç kirin destûr nedan çalakvan derbasî kolanê bibin. Çalakvanan li vir pankarta “Greva birçîbûnê ket roja 292’an, bila Nuriye û Semîh paş de bigirin kar” û “Xwestaka kar ne sûc e, bila Nazîfe Onay serbest bê berdan” hildan û dirûşm berz kirin.
Çalakvan di kêliya dest bi çalakiya xwe kirin de, ji bo dengê çalakvanan neye bihîstin polîsan li sirênan da. Di heman kêliyê de polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û pankart çirandin. Polîsan derdora çalakvanan bi mertalan girt û 3 kes bi derpkirinê binçav kirin.







