Siyasetmedarên HDP û DBP'yî ji girtiyan re kart şandin
- 16:43 25 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - Siyasetmedarên HDP û DBP’yî, ji bo girtiyên siyasî kartên sersalê şandin. Partiyên xwestin daxuyanî bidin rastî astengiya polîsan hatin.
Bi pêşengtiya endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê, ji bo girtiyên siyasî kartên sersalê hatin şandin. Endamên partiyan û Hevserokên HDP’ê yên Amedê M.Şerîf Camci û Fîlîz Buluttekîn, hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça jî heyî li ber PTT’a Yenîşehîra Amedê kom bûn û ji girtiyan re kartên sersalê şandin.
Endamên partiyan berî kartan bişînin xwestin daxuyaniyê bidin, lê polîsan destûr nedan û nîqaş derket. Di nîqaşa derket de Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruken Akça bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Di salên 80’iyê de jî me ev rewş dît û jiya. Îro ji salên 80’iyan zêdetir rewşeke xerab heye. Em ê bi tu awayî vê rewşê qebûl nekin. Em van helwestan şermezar dikin.”







