ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2017'AN

  • 09:00 26 Kanûn 2017
  • Rojev
*Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed li ser rista YPJ'ê û destkeftiyên jinê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" YPJ bersivdayina feraseta desthilatdar û parêzkarê nirxên gelan e." BI DÎMEN
 
*Girtiyên jin diyar kirin ku Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê ku her tim bi binpêkirinên mafan tê rojevê bûye wek bazirganxaneyê û wiha got: “Nahêlin em hewcedariyên xwe ji derve bikirin. Berhemên erzan û nebaş bi zorê difroşin me.” BI DÎMEN
 
*Karkerên paqijiyê yên şaredariya Çankayayê, bi pirtûkên ji çopa fabrîkayekê ya li taxa Îmrahor a Mamakê kom kirin pirtûkxane vekirin. BI DÎMEN
 
*Pêkanîna ‘kincên yek reng’ ya yekem car di girtîgeha Leşkerî ya Amedê ku girtiyên PKK’ê têde bûn û heta 1986’an berdewam kir, 37 sal şûnde vê carê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ket meriyetê. Pêvajoya ji vir şûnde wê berxwedêrên li dijî ‘kincê yek reng’ li ber xwe didin diyar bikin.
 
*Jina 59 salî Xemê Danîl ku bi karê çandiniyê mijûl dibe afirîneriya xwe, hezkirina xwe ya ji xwezayê û keda jinê ya giranbiha wiha rave dike:"Jin û xweza du parçeyên ji hev in. Xweza û jin afirîner in û ji hev hez dikin. Ez jî wekî parçeyek ji xwezayê bi karê çandiniyê mijûl dibim û bextewar dibim." DÎMEN HEYE
 
*Gundê Roboskê yê ezmanên wê bi bombeya ronî bû, ket tariyê, di 28’ê Kanûna 2011’an de ket şînek mezin. Li gundê ku 34 kes hatin qetilkirin, dayik, zarok û ciwan her roj heman êşê dijîn.