Newroz Ehmed: YPJ hucreya destpêkê ya rêxistina civakê ye
- 09:01 26 Kanûn 2017
- Rojane
Devrîm Amed-Zeynep Kizilirmak
DÊRAZOR - Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed li ser rista YPJ'ê û destkeftiyên jinê nêrînên xwe anî ziman û wiha got:" YPJ bersivdayina feraseta desthilatdar û parêzkarê nirxên gelan e."
Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta niha jinan di nav YPJ'ê de rista xwe lîst û di eniya şer a pêş de cihê xwe girtin. Derbarê mijarê de Fermandariya Giştî ya Yekineyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed ku di heman demê de Koordîneya Pêngava Bagera Cizîrê dike ku armanca vê pêngavê jî rizgarkirina Bajarê Dêrezorê ye nêrînên xwe anî ziman û têkoşîna jinê ya di nav artêşê de û destkeftiyên wê yê civakî bi lêv kir.
Mora civaka exlaqî û polîtîk di bihara gelan de diyarker bû!
Newrozê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên avakirina YPJ'ê a heta niha û wiha got:" Pêvajoyeke Bihara Gelan di welatê ereban de dest pê kir bi vê ve girêdayî jî tekoşîna me ya jinên YPJ'ê yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dest pê kir. Ji ber ku dema ku şer rû dide, herî zêde jin jê zirarê dibînin, me jî xwest ku em bi avakirina YPJ'ê hem mafê jinan biparêzin û hem jî mafê civaka xwe biparêzin. Dibe ku bihara ereban bi şerên dijwar ket rojevê lê çiqasî ku bandora Bihara Ereban hebe jî, taybetmendiyên civaka kurda cuda bû. Loma jî jinên kurd li ser bingeha Netewa Demokratîk xwe bi rêxistin kir û bingeha yekîtiya gelan bi pêşengtiya jinê ava kir."
YPJ bersivdayina feraseta desthilatdar e!
Newrozê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêdiviyên jinan û pirsgirêkê azadiya jinan û wiha pê de çû: " Herî zêde jin ji sîstema desthilatdar a koletiyê zirareke mezin dibîne loma jî me xwest ku em bi artêşbûyina jinan civaka xwe ava bikin û ev jî bibe mertaleke li hemberî pergala desthilatdar a kujêr. Lewma Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî di pêşengtiya jinê de dest pê kir û bi ser ket. Ev pêşengtî ji bo gelê Rojava- Bakurê Sûriyeyê û hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Di serî de tevlîbûnên ku di nav şer de hatin pêşxistin hişt ku piştre yekîneyên biçûk gav bi gav ber bi avakirina artêşeke azadkirina jinê û piştre jî YPJ were avakirin. Tevlîbûnên ku ji bo şer hatin pêşxistin baweriyeke û hêzek pir xurt derxist holê û ev yek ji bo me pir girîng bû. Ji ber tevlîbûna ji YPJ'ê hatin çêkirin, li hemû cîhanê deng veda. Ev jî rê li pêşiya hemû jinên cîhanê vekir."
YPJ bû hêviya enternasyonalan jî…
Newrozê destnîşan kir ku gelek jinên enternasyonal jî tevî YPJ'ê bûn û sedema vê tevlîbûnê jî wiha vegot: "Êdî gav bi gav tevlîbûna jinên Enternasyonal di nav refên YPJ 'ê de çêdibû û di nava berxwedanê de jî cihê xwe digirtin. Êdî ev misoger bû ku ger hêviyeke jinan ên rizgarkirinê û têkoşîneke hebe ancex bi rengê hevgirtina jinê bibe. Loma YPJ ji bo jinan bû rêya rizgarkirina xwe ji koletiyê. Ji welatên derve gelek jinên ciwan ji bo ku werin welatê me şer bikin ketin nava pêşbirkeke bê eman û artêşa jinan xurt kirin. Ji ber ku ev ne şerekî kuştinê û tunekirinê bû. Ji bo ev mirov li îradeya xwe xwedî derkevin û xwe azad bikin derketin ser dika dîrokê. Ji ber ku DAÎŞ'a hov her roj bi dîmenê kuştina mirovan xeteriya ku ji bo mirovatiyê hebû eşkere dikir."
YPJ hucreya destpêkê ya birêxistinkirina civakê ye!
Newrozê, li ser taybetmendiyên şerê YPJ'ê û rêgezê wê jî wiha got: "Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de pêşengiya jinê pêş ket. Gav bi gav pêşengtî û tevlîbûna jinê di nav şer de, pêş diket, vê yekê jî bi xwe re pîvanên exlaqî û mirovahî dida avakirin. Bi vê yekê diyar bû ku jin dikare şer jî bike û xwedî li îredeya xwe jî derkeve. Li gel vê jî, jin ne bi tenê şerê çek esas digire. Şerê YPJ'ê ji bo avakirina aramiya civakê û azadiya jinê ye jî. Bi saya YPJ'ê jinê xwe di hemû qadên civakê de perwerde kir û bû xwediyê zanisteke mezin, siyaset û diplomasiyê jî fêr bû. Her wiha di nav Meclisan de û di nav rêxistina Xweseriya Demokratîk de jî xwe birêxistin kirin. Pergala hevserokatiyê ji bo hemû qadên xebatê hatiye rûniştandin. Ev pêşketin hemû berhemê artêşbûna jinê ye."
Ji çarşefên reş ber bi azadiyê ve!
Newrozê, li ser rizgarkirina Reqa, Tebqa,Minbiç û Dêrezorê û asta azadiya jinê ku hate pêşxistin jî wiha got: "Qetandina çerçefa reş a jinên ku ji destên DAÎŞ'ê derketin bû nîşaneya azadiyê. Em îro dikarin bêjin ku mînaka vê tenê li Rojava hatiye jiyîn. Di salên derbasbûyî de, di salvergera damezrandina YPJ'ê de me xwest ku em Konferansa Parastina Netewî çê bikin di vir de jî armanca me komkirina hêza jinê bû. Armanca me ew bû ku jina di şer de hatiye şuxilandin û bi tecawizê rû bi rû maye, em karibin wê rizgar bikin û derfetê jiyana azad ava bikin. Pergala ku heye li ser esasê koletiyê ye, perçekirina jinê, firotin û bikaranîna jinê ya wek metayekê êdî nikare bibe rêbaza jiyana jinê. Li jinê xistin, jin kuştin nayê pejirandin û cezayê wê pir girane. Azadkirina civakê encax bi azadkirina jinê re misoger bibe. Ev jî bi yekbûnê û bilindkirina tekoşînê re misoger dibe. Em bawer dikin ku roj bi roj wê ev têkoşîn xurtir dibe. Heta niha tekoşîna ku hat lidarxistin gelek encamên xwe yên erênî dan û civaka me êdî li der û dora van nirxan xwe ava dike."
'Em bi şehadetên giranbiha gihan serkeftinê'
Newrozê bal kişand ser windahiyên YPJ'ê yên di şer de û wiha hest û nêrînên xwe anî ziman: "Em bi keda Sozdar, Şevîn, Koçerîn, Bengîn û Nalînan em gihan asta serkeftinê. Ev tekoşîna ku me da meşandin di tevahî pêngavan de gav bi gav gihîşt wê asta ku jin di hemû qadan de dikare cihê xwe bigire û bi xwe bawer bike. Ev yek ne bi tenê di şer de, di hemû qadên tekoşînê de bandor li hemû cîhanê kir. Ji ber ku her dem şer tenê karê mêr dihat dîtin, ji aliyê taktik û bi rêvebirina şer de jî karê mêr dihat dîtin. Lê her dem jin di nav şer de bû xenîmet û hatin firotin. Lê niha jin bi hêza xwe bi ser dikeve. Em jî bi saya şehadetên giranbiha gihan serkeftinê."
Şerê jinê hemû netewan li der û dora xwe kom kir!
Newrozê bal kişand ser hemu pêngavên ku li Bakurê Suriyeyê hatin meşandin û wiha got:"Di pêngava Minbiç, Reqa, Tepqayê û herî dawî jî di ya Dêrazorê de yekîtiya neteweyan hat avakirin. Di vir de bandora şerê jinê hebû. Lê bi taybetî jî di pêngava dawî de pêşengtiya ku di nav şer de hat pêşxistin li ber çavan e. Em di van pêngavan de vê yekê dibînin ku şervanên YPJ'ê di asta berdevkiya pêngavê de jî cihê xwe digirin. Me bi xwe jî koordînetiya pêngavê kir. Xwe birêxistinkirin ji bo jinê siûd û derfeteke pir mezin e. Dema ku em şer dikin armanca me avakirina jiyaneke azad e. Îro li gelek welatên cîhanê artêşbûna jinê bûye rojev. Jinê çawa xwe birêxistin kiriye? Cihê xwe çawa di nava artêşê de girtiye? Ev mijar bala hemû jinên cîhanê dikişîne."
Bangewazî!
Newrozê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku xwe ji binê siya hişmendiya desthilatdar derxin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: " Em bangewazî li hemû jinan dikin ku bi îradeya xwe hereket bikin û li gor pêdiviyên xwe, xwe bi rêxistin bikin. Her wiha jî tevî nav refê artêşa jinê YPJ'ê bibin. Ji ber ku bingêha avakirina jiyana azad bi xwerêxistinkirinê pêk tê. Divê ku jin xwe li benda kesekî nehêle û xwe bixwe birêxstin bike."







