Li dijî ‘kincên yek reng’ berxwedana dîrokî ya 37 salî
- 09:04 26 Kanûn 2017
- Rojane
Duygu Erol
ENQERE - Pêkanîna ‘kincên yek reng’ ya yekem car di girtîgeha Leşkerî ya Amedê ku girtiyên PKK’ê têde bûn û heta 1986’an berdewam kir, 37 sal şûnde vê carê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve ket meriyetê. Pêvajoya ji vir şûnde wê berxwedêrên li dijî ‘kincê yek reng’ li ber xwe didin diyar bikin.
Ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’a hat derxistin re pêkanîna ‘kincê yek reng’ bû qanûn. Di çarçoveya KHK’ê de bi îdiaya ‘ sûcên li dijî pergala destura bingehîn, li girtiyan cilên rengên ji rengên behîvên hişk û gewr hatin ferzkirin û hat gotin ku wê vê bidin rûniştandin. Bertekên li dijî pêkanînê ji her alî ve hatin. hişyariya herî hişk jî girtiyên PKK û PAJK’ê kir. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û got: “Em girtiyên PKK û PAJK’ê ti car kincên yek reng li xwe nakin. Bi zor li me bikin em ê biçirînin. Helwesta me gelek zela le. Em ê nûneriya nasnameya PKK û PAJK’ê di her şert û mercî de bikin. Nêzîkatiyek li dijî rumeta me be, hun nikarin texmîn bikin ku em ê çi bikin. referansa we Guantanamo be ya me jî berxwedana Zindana 14’ê Tîrmeha 1982’an e.”
Pêkanîn yekem car bi darbeya 12’ê îlona 1980’ê re ket jiyanê û girtî li dijî vê ketibûn grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. Kenan Evren ev pêkanîn xist jiyanê û di encama têkoşîna girtiyan de di 1986’an de vekişiya. Heman qanûn 37 sal şûnde ji aliyê Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve dîsa ket jiyanê.
Yekem berxwedan: 14’ê Tîrmehê
Bi darbeya 12’ê îlonê re li hezaran girtiyan pêkanînên leşkerî hatin ferzkirin. Li dijî vê grevên birçîbunê haitn destpêkirin. Li girtîgehên Metrîs, Mamak û amedê rejîmê xwe da hîskirin û berxwedana girtiyan li dijî vê bilind dibû. 14’ê Tîrmeha 1982’an de li girtîgeha leşkerî a Amedê li dijî vê ferzkirinê rojiya mirinê dest pê kir. Di rojiyên mirinê de Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. Di encama berxwedanê de dema Esat Oktay ya bi îşkenceyê dihat nasîn bi dawî bû.
4 girtiyî jiyana xwe ji dest da
Piştî berxwedana li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê, li Girtîgeha Metrîsê berxwedanek bi vî rengî hat jiyîn. Bi Destura Bingehîn ya 12’ê îlona 1980’ê re li dijî pêkanînên gefxur, li girtîgehên Metrîs û Sagmalclar di 11’ê Nîsana 1984’an de greva birçîbûnê hat destpêkirin û 400 girtî tevlî bûn. Di roja 45’emîn a grevê de ketin rojiya mirinê. Di encama berxwedanê de Abdullah Meral, Haydar Başbag, Fatîh Oktulmuş û Hasan Telcî jiyana xwe ji dest dan.
Berxwedanê şûnde gav da avêtin
Girtiyên bi kincên yek reng anîn dadgehan piştî kelepçeyên wan hatin derxistin cilên xwe derxistin û protesto kirin. Her wiha girtî derneketin hevdîna vekirî û rejîma cunta di 11’ê Sibata 1986’an de daxwaza girtiyan qebûl kir.
‘Giştînameya Gulanê’ û pêvajoya grevê'
Di 1996’an de ji aliyê Wezîrê Dadê Mehmet Agar ve ‘Giştînameya Gulanê’ hat rojevê û girtî ketin grevek birçîbûnê ya nû. Giştînameya di 6’ê Gulana 1996’an de hat weşandin rê li ber sewqkirina girtîgehên Tîpa F yanî tîpa hucreyê hat vekirin. li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ketin greva birçîbûnê. Li seranserê Tirkiyeyê li 43 girtîgehan rojiya mirinê dest pê kir. 2 hezar û 174 girtî ketin grevê. 355 girtî ketin rojiya mirinê. 12 girtiyan di encama vê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî hikûmet guherî giştîname hat betalkirin.
Rojiya mirinê ya 2000’î
Tevî giştîname hat betalkirin girtîgehên Tîpa F nehatin girtin. bi hezaran girtî şandin tîpa hucreyê. Bi daxwaza girtina girtîgehan û rakirina Qanûna Têkoşîna bi Terorê re di 20’ê cotmeha 2000’î de bi giştî 816 endamên DHKP-C, TKP\ML û TKÎP ketin greva birçîbûnê û piştre ev çalakî veguherî rojiya mirinê. Di roja 60’emîn a berxwedanê de di bin navê operasyona ‘vegera jiyanê’ de 30 girtî hatin qetilkirin.







