'Temen derbas dibe lê ev êş derbas nabe'
- 09:06 26 Kanûn 2017
- Rojane
Medîne Mamedoglu-Pîroz Zirig
ŞIRNEX - Gundê Roboskê yê ezmanên wê bi bombeya ronî bû, ket tariyê, di 28’ê Kanûna 2011’an de ket şînek mezin. Li gundê ku 34 kes hatin qetilkirin, dayik, zarok û ciwan her roj heman êşê dijîn.
Di 28’ê Kanûna 2011’an de gundê Roboskê yê Qilabana Şirnexê ku ezmanên wê bi bombeyan ronî bû, ket taritiyek mezin û gund ket şînek ku naqede. Ji wê rojê şûnde şîna hatiye girtin, cil û bergên reş jî ji jiyana wan derneket. Piranî jê zarok 34 kes hatin qetilkirin û ji wê rojê şûnde yek dawetek jî nehat çêkirin.
34...
Komkujiya 6 sal li dû xwe hişt, dayikên zarok û ciwanan, xizmên wan ev 313 hefte ne li edeletê digerin. Malbat ev 6 sal in li pey edeletê ne û li bende roja ku kujerên zarokên wan bên dîtinê ne. Gundî ji bo komkujiya hatiye jiyîn nabêjin komkujî dibêjin 34’an..
Ozcan, Şivan, Şervan û gelekên din…
Ozcan yê 17 salî, Şervanê ku nîşanî bû û ji bo dawetê xwe amade dikir û hîna gelek canên din…Çawa em dikevin gund baranek dest pê dike.. ev baran wisa xuya dike ku heta salvegerê berdewam kir.Em ji bo roportajê diçin cem dayikan. Hemû bi cil û bergên reş me pêşwaz dikin. piştî dayikan wêneyên 34 kesî me pêşwaz dike.
Gundiyan ken ji bîr kiriye
Dayikên wêneyên zarokên xwe girtin û yekane gotina ji devê wan derdikeve ‘6 sal derbas bû lê yekane tişta me êşa me ye’. Tişta bala me dikişîne jî rûyê ti kesî nake. Dema pêşwazîkirinê rûyê wan dikene û piştre mirov nikare 5 saniyeyan dirêjtir li rûyê wan binêrin.
‘Ji wê rojê şûnde her tişt guherî’
Ev 6 sale li vî gundî dawet nayê kirin, govend nayê gerandin. Bi dehan kes travmaya komkujiyê dijî. Yek ji van Jiyan Encu ya 18 salî zewici ye. Jina beyî hineyê li destê xwe bike, bi kirasê reş ji malê hatiye derxistin û niha keçek wê heye. Jiyan diyar dike ku piştî birayê wê Şivan Encu di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye wê tedawiya psîkolojîk dîtiye û got: “Ez çûm ser goristanê û carek din nehatim ser hemtê xwe. 6 mehan hatim dermankirin. Min li her derê goristan didît. Min ji mirina wan bawer nedikir. Min digot wê hema derkevin bên vir. Ji wê rojê şûnde her tişt guherî.”
Zarokên nizanin dayikên wan çima rondikan dibarînin bi mereqeq mezin li wêneyên 34 kesî dinêrin û mezin dibin.







