DEM Partiyê li Îzmîrê cejna welatiyan pîroz kir

  • 13:46 7 Hezîran 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR- Rêxistina DEM Partî ya Îzmîrê bi avahiya partiyê bi welatiyan re hat gel hev û cejna wan pîroz kir. Di bernameyê de peyama ‘em bi hêviyên mezin xwedî li aştî û azadiyê derdikevin’ hat dayîn.
 
Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Îzmîrê bi wesîleya Cejna Qurbanê li avahiya navendê bi welatiyan re hat gel hev û cejna wan pîroz kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê Îbrahîm Akin û  Burcugul Çubuk jî tevli bernameyê bûn.
 
Axaftina vekirinê ya bernameyê hevserokên DEM Partî ya Îzmîrê Fulya Erdogan û Selçuk Odabaş kirin.
 
Fulya Erdogan da zanîn ku ew bi hêviya aştiyê hatine gel hev û j ibo ev hêvê bê mezinkirin wê têbikoşin. Her wiha Fulya Erdogan daxuyakirin bila cejn bibe wesîleya aştiyê.
 
Selçuk Odabaş jî balkişand ser têkoşîna hepvar û cejna welatiyan pîroz kir.
 
‘Divê pergal biguhere’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk jî wiha got: “Bila cejn dibe hêviya aştiyê. Em bi hêviyên mezin xwedî li aştî û azadiyê derkevin. Ev pergala ku hebûna Kurd bi terorê re wekhev dibîne divê êdî biguhere. Em ji bo vê her sal bi hêviyên mezintir derdikevin vê rê.”
 
Parlamenter Îbrahîm Akin jî daxuyakirin ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Berdana çekan nayê wateya teslimiyetê.Erka me ya ku em hebûna Kurd mezin bike heye. Çareseriya pirsgirêkan bi civakek rêxistinkirî pêkane.”
 
Bername bi gotinên welatiyan yên ji bo cejnê anîn ziman bidawî bû.