
Zaroka ket kanala avê jiyana xwe ji dest da
- 18:31 7 Hezîran 2025
- Rojane
ANTALYA- Li navçeya Serîk a Antalyayê zaroka bi navê Dunya Elsefîr ya ket kanala avê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Serîk a Antalyayê zaroka bi navê Dunya Elsefîr ya ket kanala avê jiyana xwe ji dest da. Piştî ku zarok winda bû, kesên derdorê agahî dan AFAD, AKUT û ekîbên tenduristiyê. Di encama lêgerîna hat kirin de cenazeya zarokê ji avê hat derxistin. Cenaze piştre şandin Saziya Tipa Edlî ya Antalyayê.