Ji Behra Egeyê cenazeya jinekê hat derxistin

  • 21:39 7 Hezîran 2025
  • Rojane
 
MUGLA-Ji Behra Egeyê li ser agahiya ku muretebatê keştiyê da, lêgerînên xebata hatin destpêkirin û cenazeya jinekê hat derxistin.
 
Li navçeya Bodrum a Muglayê rêwiyên di keştiya ala Alman lê bû, diyar kirin ku cenazeyek behrê de heye û agahî dan rayedaran. Li ser agahiyê Frontex(Ajansa Parastina Sînor a Ewropayê) û ekîbên ewlehiay peravê ya Yewnan xebatê lêgerînê dan destpêkirin.
 
Di xebatên ku  li nêzî Grava Leros ya 9 mîl ji Bodrumê dur e hatin meşandin de cenazeya jiyana biyanî ya 31 salî hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rodosê.
 
Welatiyên Alman ku agahî dan rayedaran diyar kirin ku li herêmê cenazeyên din jî dîtin û li ser vê xebat didomin.