Li Swîsreyê jin ji bo greva 14’ê Hezîranê xwe amade dikin

  • 15:34 11 Hezîran 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  - Swîsre ji bo greva 4’an a jinan a 14’ê Hezîranê xwe amade dike. Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bang li jinan kir ku dakevin kolanan.
 
Grev îsal wê li dijî sîstema desthilatdariya mêr, tundî, cihêkarî û mêtingeriya kapîtalîst bibe dengê hevpar ê jinan.
 
Jinên Kurd di heman demê de wê azadiya Rêberê Gelê Kurd bikin rojev.
 
Li Swîsreyê cara destpêkê di 14’ê Hezîrana 1991’an de jinan grev kiribû. Ev çalakiya dîrokî ku zêdeyî 500 hezar jin beşdar bibûn, weke yek ji grevên herî girseyî ya dîroka Swîsreyê derbasî dîrokê bû.
 
Pîvana “wekheviyê” ya ketî Zagona Bingehîn a 1981’an, neketibû meriyete, jin ji dijî vê yekê rabûbûn û jiyan rawestandibûn. Ev grev ji bo nifşên piştre bû referans û îro hîna dibe çavkaniya îlhamê ya têkoşîna wekheviyê.
 
YJK-S’ê daxuyanî da û got, “Bêyî azadî jiyan nabe. Weke jin em bi paradîgmaya Birêz Ocalan a azadîxwaziya jinê dimeşin. Azadiya wî ya fîzîkî rasterast girêdayî daxwazên jinan ên wekhevî û azadiyê ye.”
 
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku greva jinan ji Rojhilata Navîn heya Swîsreyê bûye dengê hevpar ê berxwedana jinan. Hate diyarkirin ku ji Rojava heya Îranê, ji Fîlîstînê heya Emerîkaya Latîn jin li kolanan e.
 
Daxwazên esas ên greva jinan wiha hate rêzkirin:
 
- Ji bo karê wekhev baca wekhev
 
- Dawî li tundiya li ser jinê were
 
- Naskirina keda meyzekirinê û civakbûna wê
 
- Mafên jinên koçber û penaber xistina bin ewlehiyê
 
- Endamên FLINTA+ weke civakî bên qebûlkirin û wekhevî
 
- Li dijî sîstema kapîtalîst a desthilatdariya mêr, avakirina alternatîfên jiyana azad û kolektif
 
Bernameya greva YJK-S’ê ya 14’ê Hezîranê
 
Cihên kombûnê yên giştî:
 
Aarau – 13:00 – Bahnhofplatz
Basel – 12:30 – Barfüsserplatz
Bellinzona – 16:00 – Piazza del Sole
Bern – 15:00 – Bahnhofplatz
Biel – 15:00 – Neumarktplatz
Lozan (Lausanne) – 15:00 – Place Sainte-Françoise
Luzern – 11:00 – Inselipark
Solothurn – 15:00 – Kreuzackerplatz
St. Gallen – 10:30 – Kornhaus
Zürich – 14:00 – Rundolf Brun Brücke
Çalakiyên korteja meşa YJK-S’ê:
 
Bern – 18:00 – Bahnhofplatz
Meş, muzîk, belavkirina belavokan
Zürich – 17:30 – Helvetiaplatz
Bi korteja YJK-S’ê meş
Basel – 18:00 – Claraplatz
FLINTA+ û korteja jinên Kurd
Cenevre (Genève) – 17:00 – Place Neuve
Belavok, dirûşme, meş