
Di şerê Îsraîl-Îranê de windahiyên sivîl zêde dibin
- 15:42 15 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê Îsraîl û Îranê de hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe.
Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, bi êrîşên her du welatan ên li ser navendên bajaran re xeterî zêde dibe. Hat ragihandin ku li Bat Yamê di êrîşa bi fuzeya Îranê ya li ser apartmaneke 10 qatî de, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes jî di bin kavilan de mane. Di heman saetê de, li semtên bakurê rojavayê Tehranê, serhev dengê teqînan hate bihîstin. Çapemeniya Îranê ragihand ku sîstemên parastina hewayî ya paytextê, ketine dewrê.
Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Îranê, di tevahiya şeve de domand. Artêşa Îsraîlê depoya petrolê ya Şahran a li Tehranê û qereqoleke ayîdê Wezareta Parastinê ya li Îsfahanê hedef girt. Tê ragihandin ku di êrîşa li ser Tehranê de 60 kes mirin, 20 ji van zarok in. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bi giştî windahiya can 78 kes in.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant û berdevkê wî yê artêşê Avichay Adraee, di peyamên bi zimanê Farisî nivîsandine de bang li gelê Îranê kir. Di peyaman de hate xwestin ku qadên derdora tesîsên hilberandina çekan, bên terikandin û agahî bê dayîna rayedaran.
Hişyariya Adraee ya bi dîmen, di cîhana Ereb de berê mîna li Xeze û Lubnanê qewimî, li Îranê jî bi baldarî tê şopandin.
Artêşa Parêzvanên Şoreşê ya Îranê, ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de 7 fermandarên din payebilind ên girêdayî Hêzên Hewayî yên Îranê hatin kuştin. Li gorî daxuyaniyê navên fermandarên hatine kuştin, bi vî rengî ne: Mahmud Baqirî, Davud Şêxyan, Muhammed Tahirpur, Mensur Sefer Pur, Mesut Tayip, Xesrew Heseni û Cevad Cersra.
Wezîrê Karên Derve yên Îranê Abbas Arakçi jî DYE sûcdar kir ku piştgiriyê dide Îsraîlê. Di daxuyaniya li ser Telegramê dayî de, ev tişt got: “Bêyî agahî û erêkirina DYE’yê ev êrîş pêk nedihatin.” Arakçi diyar kir ku van êrîşan muzakereyên nû yên têkildarî nukleerê ku dihat plankirin navbera Îran û DYE’yê destpê bikin, sabote kir.
Wezareta Karên Derve ya Qraliyeta Yekgirtî, ragihand ku hemû seyahatên ji bo Îsraîlê qedexe kirine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rewş dibe ku bi lez û bêyî hişyarî, xirab bibe.” Qada hewayî ya Îsraîlê hate girtin, trafîka hewayî jî di rêyeke mezin de sekini. Her wiha seyahata ji bo Xeze, sînorê Sûriyeyê û gelek herêmên li Şerîaya Rojava hate qedexekirin.
Prensê berê yê Îranê yê li sirgûnê Riza Pehlevî röportaj da BBC’ê û êrîşên Îsraîlê weke “derfetê guhertina rejîmê” pênase kir. Pehlevî îdîa kir ku rejîma Îranê di rewşek lewaz de ye û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku piştgiriyê bidin gelê Îranê.
Her çendî ku êrîş li ser depoya petrolê ya li herêma Şahran a Îranê pêk hatibe jî, Şîrketa Berhemên Petrolê ya Neteweyî ya Îranê ragihand ku xebatên belavkirinê, dewam dikin. Şewat kete bin kontrole û îxracata petrolê ya ji bo Efganistanê jî, jinûve destpê kir.