
‘Têkoşîna li dijî hişbirê wê ji rojevê nekeve’
- 09:05 20 Hezîran 2025
- Rojane
Melîke Aydin
ÎZMÎR - Ji Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê Doktor Ayşe Ozdamar da zanîn ku her cureyê tiryakbûnê girêdayê tundiya civakiye û taktîka şer e. Ayşe Ozdamar danî ziman ku wê têkoşîna li dijî hişbirê tu car ji rojevê de nexînin.
Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di meha Nîsan û Gulanê de li Hatay, Îzmîr û Stenbolê ‘komxebata tiryak û têkoşînê’ pêk anîn. Hevberdevka Meclîsa HDK’a Îzmîrê Doktor Ayşe Ozdamar der barê mijarê de axivî.
‘Tiryakbûn pirsgirêkek global e’
Ayşe Ozdamar daxuyakirin ku ji tiryakbûna hişbirê bigirin heta ya xumara dîjîtal nexweşiyeke û wiha vegot: “Kesan di alî biyolojîk û psîkolojîk de tune dike. Kesan girêdayê yek tiştekî dikin. Salên dawî de tiryakbûna dîjîtal zêde bûye. Ev pirsgirêkek global e. Kîmyasalên wek hişbir û alkolê ji berêde hene. Lê tu carê evqas nebibû pisgirêkek ku civakê têk dibe. Ev bi pirsgirêkên modernîteya kapîtalîst afirandiy ederket holê. Piyas û sektora tiryakbûnê heye. Bazarek mezin a ciwanan heye. Kapîtalîzm ji vê karê dike.”
‘Tiryakbûn alava polîtîka şerê taybet e’
Ayşe Ozdamar di berdewamiyê de bi lêv kir ku dewlet tiryakbûna hişbirê wek polîtîka şerê taybet bikar tîne û wiha anî ziman: “Bi taybet li bajarên Kurdan ev bi destê dewletê tên kirin. Ji ber ciwanên tiryakê tu tiştekî nafikirin. Ji bo wê madeyê bibînin serî li her rê didin. Dewlet ji bo pêşî li van bigire tedbîrê polîstiye digre lê ji ber hejmara bikaranîna hişbirê zêde dibe ev kêrî tiştekî nake.Dewlet berpirsyariyê dike ser milê dê û bavan.”
‘Bikaranîna hişbirê jî zêde dibe’
Ayşe Ozdamar her wiha axuyakirin ku bikaranîna hişbirê şert û mercên şer de hîn zêde dibe û wiha bi lêv kir: “Her ku şert û mercên aştiyê zêde bibin wê tiryakbûn jî kêm bibe. Zêdebûna tundiya civakî bikaranîna hişbirê jî zêde dike. Dema pirsgirêkên civakî çareser bibin wê bikaranîna hişbirê jî kêm bibe. Bi taybet daneyên der barê jinan de bi gumanin. Jin li malê li qada taybet çi dikin em niznain. Nayên dîtin. Mêr hişbirê bikar bînin bi rehetî îfade dikin. Nabe pirsgirêka namûsê. Lê bi jinan re ev wek pirsgirêka ahlaqî tê dîtin. Ji bo dermankirinê jin kêmtir serlêdanan dikin. Jin vê vedişêrin.”
‘Çareseriya vê têkoşîna jina ye’
Ayşe Ozdamar destnîşan kir ku kapîtalîzm bedena jinê hedef digire û got panzehra li dijî bikaranîna hişbirê têkoşîna jina ye û wiha bi lêv kir: “Dewlet dem bi dem hişbirê dikin wek sektor. Li Tirkiyeyê hinek prosedur û xebat hene. Lê her tiştli ser kaxizan dimîne. Li Tirkiyeyê navendên paqijkirina hişbirê kêm bin jî li Tirkiyeyê hene. Heta ku şert û merc neguherin wê bikaranîna hişbirê bidome. Divê ji ciwanan re qadên civakî bvên vekirin. Panzehra vê perwerdehiyek baş e. Divê cihên ku ciwan xwe pêş bixînin bên vekirin.”
‘Em ê ji rojeva xwe de nexînin’
Ayşe Ozdamar wiha dawî li axaftin xwe anî: “Me li Enqere, Hatay û Îzmîrê atoley pêk anîn. Me bi mamoste, civaknas, psîkologan re mijar nîqaş kir. Aliyê vê yê hiqûqî jî heye. Dema kes bi hişbirê tê girtin ji aliyê civakê ve tê durxisitn. Alîkarî wisa nabe. Divê ev ji nûve bên destigrtin. Em ê hişbirê ji rojeva xwe de nexînin.Divê bi taybet jin li dijî hişbirê têbikoşin. Gel vê dixwazin. Ji bo em xwedî li aştiyê derkevin hewcedariya me bi ciwanan heye.”