
Franzîska Stîer:Tevî hemû rîskan banga aştiyê îradeyek pratîke
- 09:05 21 Hezîran 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE- Franzîska Stîer ku piştgirî da kampnayaya "Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" wih agot: “Em tevli kampanyayê dibin ji ber ku hêviyê dide. Konfederalîzma demokratîk ji bo mirov di nava aştiyê de bijîn rêyeke siyasî nîşan dide û banga aştiyê jî tevî hemû rîskan, îradeya pratîk datîne holê.”
Li ser navê Partiya BastA! ya Swîsreyê ku daxuyand piştgiriyê dide kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalanre hevdîtinê bikim" ya ku Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) daye destpêkirin, Sekretera Giştî Franzîska Stîer ku tevli kampanyayê bû, der barê mijarê de axivî.
‘Hemû dengên lihevkirinê dikin girîngin’
Franzîska Stîer da zanîn ku nameyek ji wezareta dadê re nivîsîne û ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re destur xwestine û got: “Bi vî awayî em dikarin nêrîna wî bibihîzin û hêviya aştiyê xurt bikin. Bi banga wî ya di meha Sibatê de hat kirin, PKK’ê biryara fehskirinê da û li aliyê din jî banga ji bo çarseriyê dike.Ev gav gelek girînge. Em hemû bangên lihevkirinê girîng dibînin. Ev ne tenê ji bo Kurdan ji bo me hemûyan derbas dibe.”
‘Hewcedariya cîhanê û jinan bi aştiyê heye’
Franzîska Stîer der barê sedema daxwazkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re axivî û wiha daxuyand: “Hewcedariya hemû cîhanê bi aştiyê heye. Ya jinan bi aştiyê heye. Şer tehdîde. Her hemû mirovan ji hev dike. Zarokên me dikin alava şer. Ji ber şer em gelek bi bandor dibin.”
‘Peyamek zelal şand’
Franzîska Stîer di berdewamiyê de anî ziman ku hemû cîhan berê xwe dide çekan û wiha domand: “Hemû butçe ji şer re tê veqetandin. Li şûna bê şer, bê pevçûn û qedexekirina çekên nukler her kes berê xwe dide çekan. Ji ber vê banga ku Birêz Ocalan kiriye gelek girînge û peyamek zelale. Em tevli kampanyayê dibin ji ber hêviyê dide. Konfederalîzma demokratîk ji bo mirov di nava aştiyê de bijîn rêyeke siyasî nîşan dide û banga aştiyê jî tevî hemû rîskan, îradeya pratîk datîne holê.”