Kongra Star: Jinên Kurd hêza zindî ya ruhê şoreşger in

  • 11:45 21 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Kongreya Star peyamek ji Konferansa Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a AMED-ê re şand û tekez kir ku divê yekîtiya neteweyî di bin pêşengiya jinan de were avakirin û wiha got: "Jinên Kurd îro hêza zindî ya ruhê şoreşger in. Divê ev konferans ji bo jinan bibe bingehek ku berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cîh bînin."
 
3'yemîn Konferansa Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO)  dest pê kir. Li salona konferansê bi zaravayên Kurdî; sorani, kirmanckî, kurmanci flamayên "Jin, jiyan, azadî" ku hatibûn nivîsandin hatin daliqandin. Kongreya Star jî ji peyamek ji konferansê re şand.
 
Peymana Kongra Star wiha ye:
 
"Em wek rêxistina Kongra Star , Ji  Rojavayê Kurdistan ê , kelha berxwedanê û ji  qada şoreşa jinê , bi vê ruhê şoreşgerî em  ji kongireyê we re  germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikin . Silavên xwe yên germ pêşkêşî hemû delegeyên kongirê dikin,  ji we re serkeftin û pêşketinên berdewam dixwazin. Bi  vê mûnasebetê em  hemû şehîdên Kurd û Kurdistan ê  bi minetdarî bi bîr tînin. 
 
Em hêvîdar in ku di kongire de wê  birayarên giring derkevin ku bibe wesîleyek ji bo lidarxistina konferansa neteweyî, ya jinan û pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd . Li darxistina kongirê ya ku ji çarçoweya rêxistinî derbas dibe di pêvajoya têkoşîna Kurdan de kêliyeke girîng îfade dike. Dengê ku ji kûrahiya vê serdemê diqelişe, destnîşan dike ku jina kurd ti carî li kêleka dîrokê nebûye, lê bûye cewhera wê ya zindî û bingeha wê ya şoreşgerî . 
 
Konferansa we di demeke pir hestiyar de tê lidarxistin, ji ber ku gelê me yê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye ku dudilî û paşvekişînê qatîyen tehemûl nake. Sedsala ku piştî Peymana Lozanê ya ku Kurdistan perçe kirî de guhertînen mezîn tê dîtîn .lewra, hêzên hegemonyayê careke din nexşeyên herêmê ji nû ve xêz dikin, di navbera metirsiya ji nû ve hilberandina paşerojê û derfeta ku hûn bibin hevkarek çalak di şekildana pêşerojê de.  Ev yek berpirsiyariyeke dîrokî dixe ser milê me tevahî jinan. Pêvajoya heyî ne wexta hebûna sembolîk a jinê yê, lê pêwîstî bi rêbertiya rasteqîn a xwedî wêrekî, rêxistinbûn, sitratejî û hevgirtinê heye. Ev dikare rê li ber avakirina çarenûseke hevpar veke.
 
Em ji vê konferansê bi hêvî ne
 
Jinên Kurd ên ku li dijî faşîzm û dagirkerîyê şerê herî mezin ê hebûnê kirin û li hember terora DAIŞ’ê sekinîn, îro ne tenê gerek di asteke fedakariyê de bimîne,  lê di heman demê de di asta  biryardari , pêşengtî û dîyarkirina pêşerojê de wê rolê bilîze , ji bo  projeya yekîtiya neteweyî jî pêşengiyê bike. Em helwestên we yên birûmet ji bo Rojava, helwestên ku li hemberî gefan stûna bingehîn a yekîtiya Kurdan ava dike bi nîrx dibînîn û destnîşan dikin ku têkoşîna Kurdan ne bi erdnîgariyê ve sînordar e, bi nirx û çarenûseke hevpar ve girêdayî ye. 
 
Hêviyên me ji vê konferansê hene, ji ber ku ew ê bibe gaveke pratîk ku ji Başur heta Rojava û ji Bakur heta Rojhilat  rê li ber konferanseke neteweyî ya jinên Kurdistanê veke.  Ev wê  parastina destkeftiyên heyî û pêşxistan wan û avakirina tifaq û hevgirtinê li hemberî hemû xeteriyên avabike.  Îro ji her demê zêdetir bang li jinên Kurd tê kirin ku bi îradeya azad û nêrîna xwe ya  a azadiyê pêşengiyê bikin û vê serdema guherînê bi rê ve bibin.  Ji ber ku jin destpêka veguhertinê û çirûska guherînê ye. Ji ber ku azadîya gelê ku jin tê de bêpar be, ne pêkane. Bi rastî tekoşîna jinê mifteya azadî demokrasî û yêkîtîyê ye. Pêşengî û tekoşîna hevbeş a jinan dikare welat bike biheşta tevahî mafên azadî û aramiyê. 
 
Banga aştî û azadiyê wê rê bide pêşketina jinê
 
Banga ‚aşîtî û civaka demokratîk‘ herî zêde wê rê û derfet bide ji bo pêşketîna azadîya jinê. Lewra em jin divê bibin pêşeng û avakerê aşîtî û demokrasiyê bin. Em bi bedelên gelekî giran buha gîhaştin van rojan lewra dîvê ev konferans  ji xeyalên şehîdên Kurdîstanê re bîbe bersîv. Bîrîna Kurd û kurdîstanê  a mezîn perçebuna neteweyî bu. Lewra dermanê vê bîrîna sed salan xwegîhandina yekîtîya neteweyî ye. Em jin bi gotîn, hewildan, kar, tevger, dilsozî û wêrekîya xwe  dîvê bibin avakerê yekîtîya neteweyî. Bi vê em dikarîn statûya  jînê di vê serdêma xeternak de misoger bikin. 
 
Em di wê baweriyê de ne ku hûnê bi vê kombuna dîrokî re ji demê re bersîveke bi hêz derînîn holê. Di înşakirina azadîya gelême û garanti kirina destkeftîyên tekoşîna jinê de wê konferansa we bibe helwesteke baş. Bi van hestan re dubare bi germehîya şoreşa jinê em we silav dikin, di xebata we da serfirazîyê dixwazîn. 
 
Piştî name û peyamên ku hatin şandin hilbijartina dîwanê hat kirin.
 
Konferans ji çapemeniyê re girtî didome.