
‘Girtiyên nexweş nabin mijara bazarê’
- 09:03 22 Hezîran 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED- Seroka DTO’yê Elîf Turan balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Ev mafê tenduristiyê ye. Mafê jiyanê ye. Em maf nabe mijara bazarê.”
Rewşa li girtîgehan her diçe giran dibe û yên herî zêde bi bandor dibin girtiyên nexweşin. Di rapora 2025’an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de dîtina vê pêkane. 161 jê jin bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Li gorî raporê 335 girtiyên nexweş ên giran hene jê 230 nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Di raporê de tê diyarkirin ku 105 girtî hewcedariya wan bi piştgiriyê heye, 188 girtî ji ber nexweşiyên wan divê her tim bên kontrolkirin.
Ligel raporê, di pakêta darazê ya dawî derket de der barê girtiyên nexweş de tu tiştek nehat kirin. Seroka Odeya Tabîban a Amedê (DTP) Doktor Elîf Turan der barê girtiyên nexweş de axivî.
‘Girtîgeh birînên civakê ne’
Elîf Turan da zanîn ku rewşa girtiyên nexweş her tim bi êşe û got: “Bi tabet pêvajoyên wisa de dikin mijara bazarê. Di vê pêvajoyê de jî dikin mijara bazarê. Tenduristî mafe, mafê jiyanê ye. Nabe mijara bazarê. Mafekî girînge. Ev mijar her tim di rojeva me de ye lê rayedar her tim di pêvajoyên wisa de dikin rojeva xwe. Mixabin girtîgeh her tim birînên bi êş yên civakê ne.”
‘Mafê tenduristiyê parçeyek mafê jiyanê ye’
Elîf Turan destnîşan kir ku tenduristiya mirovan ne tenê fîzikî ye, divê hawira civakî û polîtîk ya baş jî hebe û wiha dirêjî dayê: “Mixabin rewşa polîtîk jî bandor li girtiyên nexweş dike. Mixabin li girtîgehan her tim xwegîhandina mafê tenduristiyê bi pirsgirêke. Em van ji name, agahiyên parêzer û malbatan dizanin. Mafê tenduristî û jiyanê her tim tê binpêkirin. Lê em dibêjin ku mafê tenduristiyê parçeyek mafê jiyanê ye. Ji hev nabin.”
‘Pêkanînên rumetê dişkînin dermankirinê jî asteng dikin’
Elîf Turan daxuyakirin ku rewşên heyî tên bi sewqkirina girtîgehan re eleqedere û balkişand ser qelsiya xizmetên tenduristiyê. Elîf Turan wiha anî ziman: “Xebatkarên tenduristiyê, rewşa revîrê nebaşe.Girtiyên nexweş dema dibin nexwşxaneyan heta dev lêgerîn dikin, lêgerîna tazî ferz dikin. Ev pêkanînên ku rumetê dikşînin e. Ji ber vê jî girî naxwazin biçin nexwşxaneyan. Ji ber pêkanînên nebaş û îşkence hene.”
Astengiya herî mezin ATK e
Elîf Turan wiha dawî lê anî: “Astengkirina mafê tenduristiyê îşkenceye. Dema girtî neyên dermankirin nexweşî jî pêş dikeve. Heta mirinê diçe. ATK ya raporên dikare girtî bimîne dide, pêşî li tahliyeyê digire. Astengiyên herî mezin ATK ne. Divê demildest di pêvajoyên wisa de sererastkirin bên kirin.”