Jinên Efrînê: Çeteyan ji warê me derxin!

  • 15:07 22 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Efrînî diyar kirin ku sûcên li bajarên wan  têne kirin li dijî qanûnên navneteweyî, pîvanên mirovî û peymanên mafên mirovan ne. Her wiha jinan banga derxistina çeteyan ji Efrînê kir.
 
Jinên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku ji ber êrîşan koçber bûne, li pêşiya avahiya Hewza Firatê kom bûn.Bi tevlibûna dehan jin û endamên Kongra Star der barê sûcên li Efrînê têne kirin de  daxuyaniyek hat dayîn.
 
Li ser navê  jinên Efrînî Erîfe Hebeş daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên  girêdayê Tirkiyeyê hîna sûcên serdegirtin, binçavkirin, revandina bi mebesta standina fidyeyê li dijî sivîlên li Efrîn, Şehba û deverên din, dikin.
 
Di daxuyaniyê de  balkişandin ser qetilkirina ciwanê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo û hat diyarkirin ku ev berdewama sûcên dermirovî û binpêkirina qanûnên navneteweyî yê têkildarî parastina mafên zarokan e. Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Em qetilkirina Mistefa û sûcên dîtir bi tundî şermezar dikin. Em  bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, Neteweyên Yekbû û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International)  dikin. Bila erkên xwe yên mirovî bi cih bînin û çeteyan ji Efrîn û herêmên din derxin.”
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, hesabnepirsîna ji van sûcan baweriya bi saziyên navneteweyî kêm dike.