
MGK û DFG'ê ji bo piştevaniyê serdana Zeynep Durgut kirin
- 15:21 2 Tîrmeh 2025
- Rojane
ŞIRNEX - DFG û MKG ji bo piştevaniya bi nûçegihana me Zeynep Durgutê re, li Şirnexê çûn serdanê.
Li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgutê, ji ber nûçeya “Çeteya fihûşê” ya li Şirnexê, gef lê hatibûn xwarin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo piştevaniyê çûn serdana buroya me.
Ji rêveberên MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel di serdanê de axivî û got ku ji ber nûçeya çêkirî gef li Zeynep Durgutê hatiye xwarin û got: “Heke ev nûçeye li cihekî cuda çêbikira dê bihata xelatkirin. Lê mixabin li Tirkiyeyê tê xwestin were cezakirin. Em ê ji hêla hiqûqî ve serlêdana sûc a Zeynepê bişopînin. Em careke din dibêjin ku em bi hevala xwe Zeynepê re ne.”
Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek jî axivî û got ku ew gefên li Zeynep Durgutê hatine xwarin qebûl nakin û ew bi Zeynep Durgutê re ne.