
Li Şirnexê destdirêjî li zarokekê hat kirin
- 10:51 13 Tîrmeh 2025
- Rojane
ŞIRNEX - Ramazan Barkin ê 50 salî ku li kanên komirê ya Şirnexê dixebitî, tacîza zayendî li zaroka 13 salî kir.
Hat zanîn ku zaroka 13 salî ya li gundê Arakoy ê navenda Şirnexê, rastî tacîza zayendî ya Ramazan Barkin ê 50 salî hat ku li kanên komirê dixebite. Li gorî agahiyan, zarok di 9’ê Tîrmehê de hate tacîzkirin. Piştî karkerê li kana komirê bûyer ferq kirin, faîl ji cihê bûyerê reviya.
Li ser vê yekê malbata zarokê li emniyetê gilî kir û Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê jî lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo faîl biryara girtinê hate dayin û hat zanîn ku zarok jî xistin parastina dewletê.