
‘Divê bi rihê seferberiyê xwedî li pêvajoyê bê derketin’
- 09:04 18 Tîrmeh 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku bi banga Abdullah Ocalan ya 26 sal şûnde, hêviya aştiyê zêde bûye û got divê her kes bi rihê seferberiyê xwedî li pêvajoyê derkevin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û ji wê rojê de ye geşedan didomin. Abdullah Ocalan 9’ê Tîrmehê de banga bi dîmen kir û piştî vê 30 gerîlayên di "Koma aştî û civaka demokratîk" de cih girtin li Şikefta Cesanê ya girêdayê Dukan a Silêmaniyê merasîma şewitandina çekan pêk anî.
Xizmên girtiyan Esra Eraz ku hem hevjîn hem jî birayê wê girtiye û Remziye Araz ya kurê wê girtiye der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivîn.
‘Herî zêde em aştiyê dixwazin’
Remziye Araz destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û bila êdî dayik negirîn. Remziya Araz wiha dirêjî dayê: “Em êdî aştiyê dixwazin. Şehîdên me hene. Kurê min girtiye. Zarokên wî hene. Em aştiyê dixwazin. Bila dayik negirîn. Dayik di riya girtîgehan de perîşan bûn. Divê her kes dest bidin hev û piştgiriyê bidin hev.”
‘Heta axaftina serokatiyê me bi pêvajoyê bawer nedikir’
Remziye Araz di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û ev nirxandin kir: “Bila hemû girtiyên me bên berdan. Dema Rêber Apo axivî em bi pêvajoyê bawer bûn. Heta Rêber Apo nediaxivî em ne bawer bûn. Apo hewldanên xwe didomîne. Lê baweriya me bi dewletê tuneye. Divê gavê bavêje. Me ji xwe gav avêtine. Lê dewletê hîna navêtiye.”
‘Dema me vîdeo dît hêviya me zêde bû’
Esra Araz jî daxuyakirin ku ew pêvajoyê dişopînin û ev tişt bi lêv kir: “Dema me wêneyê Abdullah Ocalan dît em pir kêfxweş bûn. Dema me vîdeo dît hêviya me zêdetir bû. Divê ewil girtiyên nexweş bên berdan. Divê em bi rihê seferberiyê xwedî li aştiyê derkevin. Divê em gel rabin ser piyan. Bi vî awayî wê dewlet jî gavê bavêje.”