Daneyên kuştina jinan a Başûrê Kurdistanê hat parvekirin

  • 12:20 18 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyan di şeş mehên îsal de, li Herêma Kurdistanê 15 jin hatine qetilkirin, 11 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane û jinek neçarî xwe kuştinê hatiye kirin.
 
Li gorî daneyên ji aliyê Ajansa ROJNEWS'ê ve hatine berhevkirin, ji serê vê salê heya meha 6 ya Tîrmehê ve, li Herêma Kurdistanê 15 jin hatine qetilkirin, 11 jin bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane, jinek neçarî xwekuştinê hatiye kirin û 2 jin jî birîndar bûne.
 
Li gorî vê:
 
* Di meha Çileyê de li sînorê Silêmanî, Pênciwên û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin, du jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
* Di meha Sibatê de li Silêmanî û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin, jinek jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye.
 
* Di meha Adarê de li Îdareya Soran, Akrê û Ranyeyê jinek hatiye qetilkirin û du jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
* Di Nîsanê de li Bazyan, bajarokê Mexmûr, Akrê, herwiha li sînorê Îdareya Soran û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û 4 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
* Di meha Gulanê de li Hewlêr, Dihok û bajarokê Çarqurne 4 jin hatine qetilkirin û du jin jî birîndar bûne. Herwiha cenazeyê jinek jî hatiye dîtin.
 
* Di meha Hezîranê de li sînorê Hewlêr, Silêmanî, Zaxo û Soran, jinek neçarî xwe kuştinê hatiye kirin, jinek hatiye qetilkirin û jinek jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye.
 
Hêjayî gotinê ye di sala 2024’an de li gorî daneyên ajansa me berhevkirî, li Başûrê Kurdistanê 39 jin hatine qetilkirin, yan jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.
 
Ji roja kabîneya Mesrûr Barzanî (2019) dest bi kar kirî heya niha, rê nayê dayîn daneyên li ser kuştin, tundiya ser jina û zordariyê werin belavkirin.