Jinan aşûre belav kir

  • 10:58 24 Tîrmeh 2025
  • Rojane
AMED - Li Bazara Kedê ya Jinan ku xebatên xwe di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de dimeşîne, bi wesîleya meha Muharremê aşûre hate belav kirin. Aşûre ku sembola bereket û hevgirtinê ye, bi ked û hevkariya jinan hate amadekirin û pêşkêşî jinan hate kirin.
 
Aşûreyên ku ji aliyê jinan ve hatin amadekirin, bi taybetî ji bo jinên ku li gel hemû zehmetiyan têkoşîna jiyanê didin û li Bazara Kedê xebatan dimeşînin hatin belavkirin. Armanca vê çalakiyê xurtkirina ruhê hevgirtina civakî ye ku di heman demê de rola girîng a jinan di parastina nirxên çandî de jî nîşan dide.
 
Bi vê çalakiyê, jinên li Bazara Kedê hêza xwe ya di qada hilberînê û hevgirtinê de careke din destnîşan kirin. Belavkirina aşûreyê ne tenê yekitiyê xurt kir, her wiha keda jinên bazarê jî bi awayekî watedar derxist holê.